Rojnameya Ronahî

Ji bo piştgiriya xwendekarên Rojhilat û Îranê daxuyanî hat dayîn

Navenda Nûçeyan\Qamişlo

Meclisa xwendekarên Zanîngeha Roj Ava bi daxuyaniyekê pişgiriya xwe ji xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan dan û banga avakirina torên piştevaniyê ji bo xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê kirin.

Li rojhilatê Kurdistanê û Îranê Ji ber dewamkirna êriş û kiryarên derheq xwendekaran de, 41`ê vê heyvê Meclisa Xwendekarên Zanîngeha Roj Ava , bi armanca pişgiriya xwendekarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxuyaniyek da. di daxiyaniyê de xwendekarên Zanîngehê piştgirî dan xwendakaran li rojhilat û banga piştgirî û pêşîgirtina li êrişên li xwendekaran kirin.

Daxuyanî wiha ye:

Serhildanên `Jin Jiyan Azadî` ku li Rojhilat û Îranê bi şehîdxistina Jîna Amînî re dest pê kiribû şeş mehên xwe xelas kirin û kete meha heftan de. Di vê serhildanê de rola xwendekaran pir berçav bû û di asta pêşengtiyê de bû. Bi taybetî jî rola xwendekarên jin di pêşengtiyê de diyarker bû. Ew kirasê reş û teng ku her kêlekî wê ji aliyê rejîma zilimkar ya Îranê ve ji zordestî û zilmê hatibû dirûtin, bi pêşengtiya jinên ciwan ji aliyê civakê ve yek bi yek têne qetandin. Ev tirs û xofekê dixe nava dilê rejîma zilimkar ya Îranê de ku dixwaze rejîma xwe mayînde bike. Ji bo vê jî êrîşên hovane plan dike û pêk tîne.

Rejîma Îranê ev 44 sal in ku girtin, kuştin û dalqandin kiriye şêwazê parastina rejîma xwe, di demên dawî de jehrîkirana xwendekarên keç jî lê zêde kiriye. Bêguman ev ji bo rejîma Îranê ne hedefekî ji rêzê û tesadûfî ye. Heya niha di nava bajarên Rojhilat wekî Sine, Mehabad, Îlam, Kirmaşan, Seqiz, Merîwan û Bokan de û di nava bajarên Îran de jî Tehran, Qom, Îsfehan, Kerej û Şîraz de xwendekarên 170 dibistanan rastî êrîşên xazên kîmyewî hatine, zêdetirî 7000 xwendekar hatine jehrîkirin û ji nava wan jî herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nava wan de hin jê xwendekarên zanîngehan in, lê piranî dibistanên navîn û amadehî ne.

Ev êrîş li hemberî wan xwendekarên jin ku êdî dîwarê tirsê hilweşandine û guhertineke demokratîk dixwazin, çêdibe. Lê ev êrîş û çewisandinên rejîmê wê nikaribe bahoza guhertin û azadiyê asteng bike. Ev bahoza azadiyê koka xwe ji tevgerên ciwanên şoreşger yên 68`an ve digire û niha li hemû çiya, deşt û bajarên Kurdistanê digere. Em dixwazin bînin bîra her kesî ku ji nava van ciwanên şoreşger tevgereke mîna Tevgera Azadiya Kurd derket û niha pêşengtiya hemû kom û gelên bindest ên Rojhilata Navîn dike. Rêberê vê tevgerê, Rêber Apo ye ku felsefeya azadiya civakê bi “Jin, Jiyan, Azadî” zaz kir. Niha jî ev felsefe bûye dirûşmeya sereke ya vê serhildanê. Navenda ciwanên şoreşger yên 68`an li Ewrûpayê bû, lê êdî bi şoreşa Rojava û Rojhilat re navenda ciwanên şoreşger li Rojhilata Navîn e û ala pêşengtiyê jî di destên ciwanên Rojhilat û Îranê de ye. Ev pêla azadiya jin û gelan ku em wekî “Jin, Jiyan, Azadî” zazs dikin, li Bakur şewq da, li Rojava hilat û niha li Rojhilat wê bigihêje lûtkeyê.

Ji ber vê em dibêjin ciwan û xwendekarên jin yên Rojhilat û Îranê ne bi tenê ne. Em wekî xwendekarên Zanîngeha Rojava bi her awayî di nava piştgiriyê de ne.

Em bang li hemû ciwan û xwendekarên şoreşger ên cîhanê dikin; dilê şoreşa azadiyê niha li Rojhilat û Îranê lê dikeve. Werin em bi hev re torên piştgiriyê bi ciwan û xwendekarên Rojhilat û Îranê re ava bikin. Rejîmên dîktator û hegemonîk wê bi rêya piştgiriyên şoreşgerî re hilweşin.