Sunday, May 25, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Roja jinan û cîhana îslamî

11/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

8 Adarê roja Jinên Cîhanê ye. Li Cîhana Îslamî ku nêvî zêdetir ji Jinan pêk tê, di vê derbarêde tevgerek berbiçav xuya nake. Rewşa jinê di nava vê civakêde weke qet jin li vê cîhanê de nînin kerbûn, korbûn û lalbûn e kî dinava me misilmanande berdewam e. Di cîhana Îslamî de, jin ji nedîtî ve tên û pirsgirêkên wan jî tên piştguh kirin. Dema cîhanekî û girêdayi baweriyekî nîvê mirovahiyê nedîtîve were, mafên wê, hebuna wê, tundî tuji ya serê wê, ji rêzê nêzik bibe, nikare huzur û kefxweşiyê jî, jiyan bike. Lewre nîvê civakê bê huzure û ne dinava aramiyekê mayinde de ye. Li Afxanîstanê jin zulmekî giran dijîn, li Îranê îşkence, li Tirkiyê kuştin û li welatên dîtir ên cihana Îslamî, mal wêranîya Jinê bi kuranî berdewam dike. Ji ber wê jî civaka me Misilmanan pêşnakeve.

Gelo ji ber çi, Jin di cihana Îslamîde tuşî neheqiyê tên? Gelo di rastiya xwede de, di ola Îslamê de tu maf nedaye jinê? Jin wek cinsekî berjêr û kêm pênase kiri ye? Bê guman divê ev pirs, bibin pirsên me yên sereke. Lewre jiyana heyî, bi Ol an jî çandê ve girêdayî tê şîrove kirin. Di serdema hatina Îslamê de, li bajarê Mekkeyê rewşa jinê gellekî nebaş bu. Jin wek mal dihatin kirîn û firotan, di wê demêde behsa bi zindîtî binaxkirina zarokên keç jî dike. ‘Dema mizgînîya çêbuna zarokên keç ji wan re bihata, ji hêrsa ruyên wan reş dibu’. (Nahl 58) Wêca diketin fikaran, ewê vê keçikê çawa bi saxitî bin ax bikin. Rewşa bajarê Mekkê wê deme bi vê rengî bû. Jin bingeha hemû nebaşiyan dihatin dîtin. Bê guman jinên wek Hindê û Xetîcê jî hebûn. Nêzikbuna civaka Mekkê bi gelemperî wiha bû. Dema Qur’an daket, weha got:’ Min we ji nefsekî tenê afirand’. Hûn hemu weka hevin! Kesek ji kesek din berjortir an berjêrtir nîne. Kesê/kesa baş ewe kû bi hişê berpirsiyariyê tevdigere, rola başiyê di civakêde pêk tîne! Kesa/kesê Ji bo berfirehkirina dadê, rawiştê, azadiyê û wekheviyê têbikoşe, ew kes li ba Xwedê baş e. Başî li gor Qur’ana pîroz, di kiryarên başte tê dîtin. Îslam wek olekî jinan, koleyan û hevcedaran pêşket. Kesa yekem ji Ola Îslamê bawer kiriye, Xeticeye. Kesa ji bo Îslamê despêkê de jiyana xwe ji dest daye û bûye şehîd, Sûmmeya dayika Ammar e; kesa nesla Pêxember ser berdewam dike qîza wê Fatma ye; Kesa bajarê Mekkê avakiriye Hacer e û Misilman heta şopên lingên Hacer’ê neşopînin, nikarin bibine Hecî. Kesa dij Yezîdê kurê Muawiye derket û ruyê wî ên zalim derxist holê Zeynebe. Ola Îslamê li ser pişta jinan ava bû û Pêxember jî weha got:’ Qencê we ew kesê ku ji hevjîna xwe re pir qence’. Piştî wefata Pêxember, Ereb dîsa vegeryan çanda xweya berê, ku jin zindî bin ax dikirin. Vê carê bi navê Îslamê jin bindest kirin, ji jiyanê dur kirin. Çanda xwe wek baweriya Îslamê li ser jinan û civakan ferz kirin. Xweda Jin dayika Mirovahiyê afirandiye, lê zilam dij Xwedê derdikeve, jiber naxawaze desthelata xwe jidest bide. Zilam nankore û ji bîr dike, dema Jin tê perçiqandin, jiyan tê perçiqandin. Jin bingeha jiyanê ye, jin movika pişta malbatê, jin memostaya pêşerojê û hebuna mirovahiyê ye.

Post Views: 32
ShareTweetPin

Herî Dawî

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist
NÛÇE

MSD’ê têkildarî diyaloga sûrî-sûrî komxebatek li dar xist

24/05/2025
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî
NÛÇE

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê Rojnamegeriya Kurdî

24/05/2025
10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin
NÛÇE

10’emîn Mehrecana Kurteçîroka Kurdî li Rojavayê Kurdistanê wê bê lidarxistin

24/05/2025
‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’
ROJEV

‘KNK navê yekîtiya gelê Kurd e’

24/05/2025
Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.