Sozdar Demîr
Vaye 19 sal li ser serhildana 12’ê Adarê re derbas dibe. Di wê rojê de Rêjîma Baas xwest fitneyê di navbera Kurd û Ereban de derbixîn e. Lewma li sehaya listîkgeha Qamişlo de, êrişên nijadperestî dan destpêkirin.
Di qada lîstikgehê de tîmên Cîhad ya Qamişlo û El-Fitwe ya Dêrazorê de hebûn. Her wiha bi hezaran welatî jî wê rojê ji bo temaşekirina lîstikê, di wê saheyê de amade bûn. Lê belê hêzên rejîma Baes a Sûrî û nijadperestên wê, bi piştgirya waliyê Hesekê Selîm Kebbûl pilaneke bê bext amade kiribûn. Armanca wan jî belavkirina fitneyê di navbera Kurd û Ereban de bû. Di destpêka lîstika maçê de nijadperestan bi kevir dest bi êrişan kir û polisên baasêjî gule berdan ser ciwanên Kurd. Di wê rojê de 11 ciwanên Kurd şehîd bûn. 13’ê Adarê li dijî vê êrişê bi 10 hezaran şêniyên Qamişlo û bajarên Rojavayê Kurdistanê, daketin kolanan. Lê belê rejîma faşîst ya Baasê li dijî nerazîbûnên gel, leşkerên xwe li hemû bajaran belav kirin û êrişî xwepêşandina kir. Di wê rojê de ne got ev jin e an ciwane an zaroke hema bi çav nebarî êrişî xwepêşandana gel kirin. Di xwepêşandanê de nêzî 30 welatî şehîd, bi sedan kes jî birîndar bûn, herwiha bi hezaran jî hatin binçavkirin.
Îro ev dîrok û ev hişmendî xwe li Bakurê Kurdistanê dubare dike. Duh êrişî lîstikgeha Qamişlo kirin û îro jî li Bakurê Kurdistanê êrişî li ser Amed Sporê dikin! Heman hişmendî, heman armanç…
Îro heger ku yek Kurd heqaret li kîjan dewleta dibe bila bibe bikira ji ber ku ev nefrete dewleta Tirk ya li hemberî Kurdan ku em bi heq bûna jî wê em îro neheq bidîtina. Ger ku ev êriş, tîma fitbolê ya Amed Sporê li Bursa Sporê bikira wê îro dunya hemû bi hejiya. Ev êriş tam li gorî dilê dewleta Tirk a faşîst bû, ger ku berûvajî wê bûya wê ji sedî sed mudaxele bihata kirin. Dewleta Tirk gelê Kurd ji xwe re weke kabosekê dibîne, hema li kur êrişek li ser Kurdan were kirin yekser piştevaniya herî mezin, rejîma faşîst a AKP-MHP dide. Bilindkirina wan wêneyên di lîstikgehê de yên endamê JÎTEM’ê Mahmût Yildirimê ku bi nasnav “Yeşîl” ku bibû sedema qetilkirina bi hezaran Kurdan û wêneyên “Torosên Spî” ku JÎTEM’ê mirov pê direvan din û qetil dikirin, vekirin û siloganên ku digotin “Çi bexteware yê dibêje ez Tirkim” di qêriyan. Di nêrîna min de ev êriş, êrişeke plankirî ya dewleta Tirk a faşîst bû.
Pêwîste êdî ev êriş bibe wesîleya ku êdî Kurd tecrûbeyek mezin bigrin û li hemberî her êrişekê faşîstane ya dewleta Tirk a dagirker û qirker, serî hilde û li hemberî dijminê xwe bibe yek û hevgirtina xwe xurtir bike. Weke helbestvanê mezin Cegerxwîn dibêje “Heger hun nebin yek, hunê herin yek bi yek”…