Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tekoşîna Jin Jiyan Azadî wê komplogeran têk bibe

08/03/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
BI ERDHEJÊ RE KILÎTA TÊKILIYAN KET DESTÊ RÊJÎMA ESED
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Cîhan careke din pêşwaziya 8’ê Adarê dike. Lê tişta balkêş ku niha hîn zêde ev roj watedarkiriye, serhildanên gelên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi diruşmeya JİN JİYANA AZADÎ hatine destpêkirin e. Bi taybet di demekê de sîstema desthiladariya mêr gelek alozî û kirîzên mezin jiyan dike.

Rêber Abdulah Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî gelek kûr lêkolîn kiriye û mijarên kirîz û aloziyên civakê di cîhanê de, bi azadiya jinê ve girê daye. Di parêznameyên xwe de bi awayekî mutleq azadiya civakê bi azadiya jinê ve girêdide û wiha dibêje: “Civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêwate de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêwate wê civaka wê jî bêwate be.” Ji lewma tekoşîna Tevgera Azadiyê jî li ser esasê azadiya jinê tekoşîna azadiya gel dike.

Modernîteya Kapîtalist bi hezarên salane ku dixwaze civakên heyî bê wate bike. Li ser wî esasî bi hemû hêza xwe di nava hewldanan de ye ku rê li ber Tekoşîna Azadiya Jinê bigire. Ji ber ku ew tunebûna xwe, di azadiya civakê de dibîne. Ji bo tune nebe, li dijî azadiya jinê hemû hêza xwe xistiye dewrê.

Şoreşa Rojava-Bakur û Rojilatê Sûriyê ya xwe dispêre paradîgmaya Rêber APO di warê azadiya jinê de gelek gavên giring avêtin, herwiha bala hemû cîhanê kişande ser xwe. Heger îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ji hemû pêkhateyan pêk tê, serkêşiya tunekirina hêzekê wek DAIŞ’ê ku herî xeter li ser cîhanê ye, dikin ew bingeha xeta felsefeya Rêber Apo ye.

Encamên Şoreşa Rojava jî hiştin ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê serhildanên mezin bi diruşme JIN JIYANA AZADÎ werin destpêkirin û bê navber dewam bikin. Yê niha li dijî wê serhildanê jî şer dike, ne tenê rêjîma Îranê ye. Sîstema serdest a cîhanê û welatên rojavayî  yên îda dikin ku rêjîma Îranê xeteriyeke mezin a li dijî cîhanê ye, cihê xwe di bê bandorkirina serhildanên Rojhilat û Îranê de digirin! Ji ber wê jî heta niha tu hêzên cîhanî ji bo piştgiriya serhildanên “JİN JİYAN AZADΔ gav ne avêtine û piştgirî pêşkêş ne kirin e.

Êdî nema tu kes dikare van rastiya veşêre ku heman hêzên koploger li dijî mîmarê piradîgma xwe dispêre azdiya jinê ne. Niha çawa li dijî Rojavayê Kurdistanê û Rêveberiya Xweser cihê xwe di plan û êrişan de digirin, ji bo tepisandina serhildanên Rojhilat û Îranê jî li kêleka rêjîma Îranê ne.

Dibe hin ji we bêjin mane ew li dijî Îran û rêjîma wê şer dikin û wê ji bo xwe xeter dibînin! Lê ya rast, her çendî di navbera hêzên serdest de nakokî û alozî hebin jî, ew tekoşîna azadiya jinê  li ser hebûna xwe xeter dibînin. Li ser wî esasî jî, bi yek konseptê li kur dibe bela bibe li dijî Felsefeya Rêber Ocalan şer dikin. Ev di sîstema Imralî, şerê li dijî Rojava, Şengal û Rojhilatê Kurdistanê aşkere bûye. Lê diyare ku tekoşîna bi durişmeya jin jiyan azadî wê vê komseptê têk bibe.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.