Zozan Cizîrî
Em pir dûr neçin, tenê vê sed sala nêz a bihûrî gelê Kurd di bin dagirkeriya dewleta Tirk de bi huqûqeke derveyî exlaqê mirovahiyê re rû bi rû ma. Di encama vê siyaseta înkar û tunekirinê de wekî gelê Kurd zimanê me hat qedexekirin û hîn jî li Tirkiyê qedexe ye. Her bang û hewldana gelê Kurd a ji bo naskirina mafên xwe yên çandî, nasnameyî û azadiyê li ber çavê cîhanê tim rastî kuştin, girtin, koçberî, jenosîd, talan û dagirkeriyê hatiye û ev kiryar berdewam in.
Hemû hêzên serdest ên cîhanê pir baş dizanin PKK tevgera azadiya gelê Kurd e, ji derveyî parastina mafê mirovahî û hewldana pêşxistina sîstemeke demokratîk, tu kiryareke xwe ya ji welatekê re xeteriyê çêbike nîn e. Lê ev jî rastiyeke; hukûmeta AKP-MHP’ê ya ji bo hemû gel û pêkhateyên Tirkiyê bûye bar û pirsgirêkek mezin, ku ev yek bi erdheja 6’ê Sibatê re hîn zêde eşkere bû, ji bo hebûna xwe ya bûyî pirsgirêk binixumîne, her carê bi propagandayên derewîn hewl dide PKK’ê wekî çavkaniya pirsgirêkên Tirkiyê nîşan bide.
Swêd ku welateke ji salên 1980’yan ve di çarçoveya rêgezên xwe yên xweşbînî û demokratîk de deriyê xwe ji bo hezaran Kurd ên ji ber zilma dewleta Tirk reviyane vekirî, helbet dostaniya gelê Swêdê û hêzên wê yên demokratîk bênîqaş e. Lê taybet van rojên dawî daxuyaniya hevnegirtî ya Cîgira Serokê Sapo (Teşkîlata Ewlekariya Navxweyî ya Swêdê) Sûsanne Trehornîng ku hem digot, “Hatiye tespîtkirin PKK ji Swêdê alîkariyê dide xebatên terorê”, hem jî dawiyê digot “Xeteriyeke PKK’ê ji bo Swêdê nîn e” gelek nakokî û pirsan di serê mirovan de çêdike. Beriya wê jî kuştina Olof Palme ya sala 1986’ê bi neheqî xistin stûyê PKK’ê, lê piştî 34 salên dirêj dadgeha Swêdê bi xwe eşkere kir ku, kesê Olof Palme kuştî tu têkiliya xwe bi PKK’ê re tune ye. Bi taybetî piştî vê biryara dadgehê berî her tiştî pêwîst bû hukûmeta Swêdê ya li ser kar, ji ber neheqiya lê kirîn lêborîn ji PKK’ê û tevahî girseya PKK’ê bixwestan. Helwesta şayanê rêveberî û dadgeha Swêdê destpêkê ev bû.
Îro li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat bi milyonan Kurd û dostên gelê Kurd bi baweriya, “PKK, wekî tevgera azadiya gelê Kurd, temînata hebûn û azadiyê ye” rojane çalakî dikin, dixwazin PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. Lewre her kes li bendê ye Hukûmeta Swêdê jî di vê mijarê de gaveke erênî bavêje.
Tê zanîn ku PKK wekî tevgera azadiya gelê Kurd, di warê pir-mezhebî, pir-çandî û pir-zimanî de Swêdê nimûne digire. Swêd wekî welatekî di dîrokê de gelek şer jiyan kirî, dema fêm kir nikare hêza hemberî xwe ji holê rake, vê carê berê xwe da xweşbîniyê. Li şûna mirin û kuştinê, rêya jiyankirin û jiyandinê hilbijart, bi vê helwestê Swêd wekî cewherê demokratîk ê Ewrûpa derket pêş. Lewre di vê ezmûna bi dewleta Tirk re ketî nav, çavê her kesî lê ye ku, Swêd wê van rêgezên xwe yên demokratîk, mafparêz esas bigire, guh bide daxwazên demokratîk ên gelê Kurd; an jî ji bo xatirê dilxweşkirina hukûmeta dîkta-faşîst a AKP-MHP’ê wê dev ji cewherê xwe yê demokratîk berde û bibe dûvikê kiryarên şerê taybet ên dewleta Tirk!?






