Hemze Sêvo/ Qamişlo
Bi armanca şîrovekirina helbestên Melayê Cizîrî, nivîskarê Kurd Diyar Bohtî li navenda HRRK’ê a bajarê Qamişlo bi semînerekê helbesta Melayê Cizîrî a bi navê ‘Kes bi dada me nepirsit ‘ şîrove kir.
28′ sibatê, nivîskarê Kurd Diyar Bohtî li Navenda Hevgirtina Rewşembîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) a bajarê Qamişlo, semînerek di derbarê helbesta Melayê Cizîrî a bi navê ‘Kes bi dada me ne pirsit’ da.
Di semînerê de helbestvan, nivîskar, rewşenbîr û kesayên cûda yên bajarê Qamişlo û Amûdê jî ,beşdar bûn. Destpêkê bi deqeyke rêzgirtinê li ser giyanê pakrewanên Kurdistanê rawestiyan, piştî wê helbesta Melayê Cizîrî ‘Kes bi dada me nepirsit’, ji aliyê Diyar Bohtî ve hat xwendin û şîrovekirin.
Derbarê semînerê de nivîskar Diyar Bohtî ji rojnameya me re axîvî û got: “Armanc ji dayîna van semîneran danasîna helbestvan û feylesûfê Kurd;Melayê Cezîrî ye. Civaka me helbestvan û feylesûf xwe yê kilasîk nas nekiriye, lewme me dest bidayîna van semîneran kir.”
Bohtî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser naveroka helbesta ‘Kes bi dada me nepirsit’ û got:”Naveroka vê helbestê civakî û felsefî ye, Melayê Cizîrî di vê helbestê de balê dikşîne ser civaka ku qîr û hawarê dike û tikes lê guhdar nake, herwiha pêdiviya hebûna dadwerekî adil ji bo wê civakê heye da ku zilm û zorê qebûl neke û li ser wê hilîne.”
Nivîskarê kurd Diyar bohtî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Pêdiviya civaka me bi semînerên wiha heye. Banga min ji civaka Kurd re ew e ku helbestên Melayê Cizîrî baş bixwînin û baş wî nas bikin.”
Ev jî du malik û wateya wê ji wê helbestê ye:
Kes bi dada me nepirsit gilleh û dadi çi kit?
Te nebit dadiresek beyhude firyadi çi kit?
Kurtewateya malikê:
Dema kesekî ku guhdarî gilî û pirsgirêka me bike nebe, ma gilî û gazind bi kêrî çi tên? Eger dadgerekî adil nebe, ma wê qîr û hawar çi bikin? Bêwate ne.
Her gil û seng dibitin zêr-i bi tedbîrê hekîm
Qabiliyet ku nebit hikmetê ustadê çi kit
Kurtewateya malikê:
Ma her ax û kevir bi amadekarî, bername û nexşeya zanyar û pisporan dibe zêr? Eger xwendekar ne jîr û jêhatî be, ma zanebûn û pisporiya mamoste dikare çi bike?
(ji şîroveya Diyar Bohtî)
Hêjayî gotinê ye ku ev semîner a duyemîn e ku ji aliyê Diyar Bohtî ve tê dayîn.Herwiha sala 2023’an wê tev bibe sala taybet ji bo dahurandina helbestên Cizîrî li Navenda HRRK’ê her sêşem,di demjimar 18.00’an de, semínerên wiha wê bên dayîn.






