TEV-DEMʹê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker siyaseta xwe ya qirkirinê didomîne û got, AKP-MHPʹê karesat ji bîr kiriye, tevahî urf û nirxên mirovî derbas kirin e û deqeyekê şerê xwe yê qirêj ê li hemberî îradeya civakê ranawestîn e.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdistanê û Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.
TEV-DEMʹê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku wekî her car dewleta Tirk a dagirker a faşîst siyasetên bi sûc ên terorî li dijî îradeya gelên herêmê pêk tîne,.Guh nade nirxê mirovî û exlaqî yên van gelan û wiha got: “Dewleta Tirk mercên dijwar û zehmet ên ku gel ji ber karesatê erdhejê tê re derbas dibin, bi ber çavan de derbas nake. ”
TEV-DEMʹê da zanîn ku hikumeta AKPʹê û hevkarê wê MHPʹê bi hev re û bi awayekî plankirî niyetên xwe yên xirab ên ku rastiya wan a derexlaqî ya li dijî îradeya tevahî gelên Tirkiye û herêmê eşkere dike, vedişêrin û wiha domand: “AKP-MHPʹê karesat ji bîr kiriye, tevahî urf û nirxên mirovî derbas kirin. Ev hikumeta terorîst deqeyekê şerê xwe yê qirêj ê li hemberî îradeya civak û çandên civakê nesekiandine.”
TEV-DEM derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser tevahî kurdistanê wiha got: “Bi balafirên bê mirov ên bi çek û bi rêya torên îstîxbarata faşîst a Tirk nirxên gel têne hedefkirin. Dixwazin şaneyên veşartî yên terorê li gelek herêman ji Şehba, Kobanê, Qamişlo, Heleb heta Şengalê geş bikin. Di encama van êrişan de hejmarek welatî û şervanên ku teror tune kirine, şehîd bûn. Ev dide diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker a faşîst siyasetên xwe yên qirkirinê li dijî gelê me yê berxweder didomîne. Ev yek asta kîn û nefreta wê ya li hemberî çandên dîrokî yên gelên herêmê nîşan dide.”
TEV-DEMʹê di dewamiya daxuyanioya xwe de bang li pêkhateyên herêmê û tevahî rêxistinên civaka sivîl û hêzên nîştimanî kir ku alîkariyê bighînin herêmê wêrankirî û ji her demê bêtir li hemberî êrişeke muhtemel a dewleta Tirk hevgirtî bin.
TEV-DEMʹê daxuyaniya xwe wiha qedand: “Banga me li dewletên Koalîsyona Navneteweyî, yên ku bi hestiyarî rewşa mirovî ya karesatî dişopînin ew e ku xeteriya zêdebûna êrişên dewleta faşîst ên li dijî gelên herêmê bi giştî û Şengalê bi taybet bibînin û ji bêdengiya xwe derkevin.”






