Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Platforma Çalakiyên Hevbeş bernameya 8`ê Adarê eşkere kir

28/02/2023
in NÛÇE
A A
Platforma Çalakiyên Hevbeş bernameya 8`ê Adarê eşkere kir
Share on FacebookShare on Twitter

Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê  dirûşme û bernameya çalakiyên 8`ê Adarê eşkere kir û got, ji bo qurbaniyên erdhejê îsal şahî nayên lidarxistin.

Navenda Nûçeyan

Platforma Çalakiyên Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî Roja 8’ê Adarê  li bajarên Qamişlo da xuyaniyek da.

Platformê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku jina li hemberî koletî, zilim û dagirkeriyê rû bi rû ma ji hêla zihniyeta zayendperestî û sîstemên desthilat bi taybet jina ku zilim û koletiyê li ser xwe û civaka xwe napejirîne têne hedefgirtin û wiha got: “Ev sîstem baş dizane jina têghiştî ji dîroka xwe re û ya ku tekoşînê dike ji bo azadî û bidestxistina mafê xwe xeteriyeke mezin e li ser bercewendî û desthilatdariya wê ye, tiştên ku li Afxanistan, Îran, Tirkiyê û Sûriyeyê çêdibin ji qirkirina mafên jin û bikaranîna sûcên tundî, kuştinê û bi taybet li herêmên ku hatine dagirkirin ji hêla dewleta Tirk ve û armancgirtina pêşengên şoreşê, tekez eşkere dike.”

Platformê bang li hemû jinên cîhanê kir ku piştgiriya serhildana jin di Rojhilatê Kurdistan û Îranê  bikin, yekgirtin û hevgirtina xwe xurtirbikin, xeta berxwedanê li hemberî plan û komployên ku li dijî jin û herêmê tên kirin derkevin.

 

Platforêmê da xuyakirin ku dem hatiye ku jin vê rojê veguherînin roja azadî û demokrasiyê û wiha got: “Wekî çawa jinan ev roja bi êş guherandin cejinê û hêvî piştî pêkanîna gelek çalakiyên cûr be cûr. Em meha Adarê bikin meha berxwedan û tekoşînê, ji bo hejandina desthilata imprtatoriyan û rakirina maskayên li ser rûyên wan, da ku her kes rastiya wan bibîne. Divê em vê sedsalê, bikin sedsala azadiya jin û demokratkirina civakan.”

 

Platforêmê wiha got: “Platforma Çalakiyan Hevpar ên Tevger û Rêxistinên Jin li Bakur û Rojhilatê Sûryeyê, hemleya 8`ê Adarê di bin dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADÎ, BER BI ŞOREŞ JINÊ VE” radighînin. Ji ber qurbaniyên ku di encama rûdana erdhejê li Bakurê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, jiyana xwe ji dest dane. Hemû şahî û komên hunerî hatin sekinandin.”

Li gorî daxuyaniyê wê li hemû komîn, gund, bajar û saziyan wê bi vê boneyê semîner bê dayîn, herwiha wê dergehên bajarn bên ronîkirin, pankart bên daleqandin û di Roja 8’ê Adarê de wê li hemû kantonan de meşên gelêrî bên lidarxistin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?
NÛÇE

Çima rêxistinên mirovî kiriyarên ku derheqê gelên Sûriyê dibin, dernaxin?

18/07/2026
Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin
CîHAN

Iraq û Amerîkayê 48 peymanên hevkariyê îmze kirin

18/07/2026
Şoreşa jinan li cîhanê deng veda
JIN

Kongra Star: Parastina destkeftiyên jinan berpirsyariyeke hevpar e

18/07/2026
Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.