Konferansa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan Re, Li Cîhanê Aştî Û Îstiqrar’ li welatê Mandêla Efrîkaya Başûr û bi beşdarbûna kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter û kesayetên şoreşger dest pê kir.
Navenda Nûçeyan
Bi pêşengiya Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurdan û Înisîyatîfa Azadî ji Rêber Ocalan re ya Sûriyeyê, li bajarê Cape Town ê Efrîkaya Başûr konferansa ‘Azadî Ji Abdullah Ocalan Re, Li Cîhanê Aştî û Îstîkrar’ dest pê kir û du rojan dewam bike.
Di konferansê de kesayet û nûnerên partiyên siyasî, sendîkayên karkeran, parlamenter, kesayetên şoreşger ku li kêleka Nelson Mandela beşdarî têkoşînê bûne, her wiha parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, şandeyeke Însiyatîfa Azadiya Rêber Ocalan a Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Kongra Star beşdar bûn.
Di Konferansê de Berdevkê Kongreya Neteweyî ya Efrîkaya Başûr Cameron Dugmore, Nûnerê Partiya Komunîst a Efrîkaya Başûr Sollî Mbella, Berdevkê Kongreya Sendîkaya Karkeran a Efrîkaya Başûr Meloyn de Brûyn, Berdevkê Înisîyatîfa Azadî ji Rêber Ocalan re ya Sûriyeyê Ferzende Mûnzûr û Hevserokê Koma Xebatê ya Mafên Mirovan a Kurd a Efrîkaya Başûr axaftina destpêkê kirin.
Derbarê Konferansê de berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Sema Bekdaş ji me re axivî û diyar kir ku wê di konferansê de mijarên desthilatdarî, dewlet , fikrên Rêber Ocalan yên derbarê Netewya Demokratîk û Rêveberiya Xweser û rêyn çareseriyê bên gotubêjkirin, herwiha wê mijarên azadiya Rêber Apo, têkoşîna jin ya ji bo azadiyê û bandora doza jinê li ser civakê bên nîqaşkirin.
Sema da xuyakirin ku konferans bi taybet li bajarê Mandêla hat lidarxistin , ji ber ku di gelek aliyan de Rêber Ocalan û Mandêla ji bo azadiya gelan têkoşîn meşandine û fikrên wan weke hevin, herwiha ji bo ku ji cîhanê re bide xuyakirin ku gelê Efrîqî bi azadiya gelê Kurd re ye.






