Hemze Sêvo /Qamişlo
Bi armanca pêkanîna jîngeheke durist, Komelya Keziyên Kesk, li navenda HRRK’ê ya bajarê Qamişlo dest bi birojeya fêrkirina dayîna daran kir.
Îro, Komelya Keziyên Kesk, bi tevlîbûna Desteya Rêveberiya Xwecihî û Ekolojî a herêma Cezîrê, Desteya Şaredariya Kantona Qamişlo û bi amadebûna hemû endamên Şaredariyên Kantona Qamişlo, li navenda Hevgirtina Rewşebîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) a bajarê Qamişlo, dest bi pirojeya xwe ya bi navê Pişikên Gundewariyî kir.
Derbarê mijarê de reveberê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo diyar kir ku pirojeya Pişikên Gundewariyî, bêtirî xwe perwerdeyî ye. Herwiha da zanîn ku wê komek ji karmendên pispor werin amadekirin û wê ev karmend di derbarê şitldanîn û çandina daran de perwerdeyê bidin endamên şarederiyên kantona Qamişlo.
Zîwer Şêxo da xuyakirin ku armanc ji vê perwerdeyê hêsankirina çandina daran li hemû gundên girêdayî bajarê Qamişlo ye, herwiha ji bo xemilandina jîngehê bi rengê kesk e û parastina ekolojiya herêmê ji bobelatên xwezayî yên mîna çolîbûn û kêmbûna rêjeya Oksijînê ye.
Şêxo di derbarê derfetê pêkanîna vê pirojeyê de wiha got: “Ji ber ku rûbereke mezin li gundên me heye, di derbarê bicihkirin û pêkanîna şitildayîn û çandina daran de, deriyê derfetê li ber xebtandinê bêtir heye, me dest bi pirojeya Pişikên Gundewariyî kir.”
Rêveberê Komeleya Keziyên Kesk Zîwer Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got:”Di derbarê dayîna perwerdeyê û pêkanîna çandina hejmareke mezin ji daran li kantona Qamişlo, ji bo pêkanîna jîngeheke saxlem û keskereng em piştgiriyê didin şarederiyên kantonê û eger alozî derketin pêşberî wan, em ê bi wan re alîkar bin.






