Birûc Resûl / Qamişlo
Komîteya Şilêr ye Parastina Zarokan derbarê revandina zarokên Bakurê Kurdistanê yên ku ji erdhejê rizgarbûne daxuyaniyek da û diyar kir ku Îro roj roja xwedî derketina li zarokên me ne.
Îro li bajarê Qamişlo li dibistana Selah Al-Dîn Iyûbî, Komîteya Şilêr a Parastina Zarokan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi amadebûna endamên komîteyê û zarokên dibistanê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî derbarê zarokên Bakurê Kurdistanê ku ji erdhejê rizgar bûne û ji aliyê dewleta Tirk ve têne revandin.
Komîteya Şilêr a Zarokan di daxuyaniya xwe de wiha got: “Em ji bo kesên ku di erdhêja li Bakûrê Kurdistanê pêk hatîye, jiyana xwe ji dest dane sersaxiyê dixwazin, herwiha ji bo birîndaran jî şîfa xêrê dixwazin. Wekî tê zanîn dewleta Tirk ya faşist gelek zarokên ku dibin enqazan da hatine xilaskirin bêyî kû xwediyên wan derkevin anjî radestî malbatên wan bê kirin, wan zarokan radestî tarîqetan, malên olî û mafyayan dikin.Taybet bi hezaran zarokên Kurd û Elewî hatine revandin. Heta niha tu agahî ji wan zarokan nehatiye girtin. Di bin navê ku ev zarok bê xwedî mane wan direvînin cihên ne diyar. Bi vê revandinê dixwazin zarokên me ji çand û ji baweriya wan qut bikin. Divê li hemberî revandina zarokên me, em bisekinin. Zarokên me ne bê xwedî ne. Bi yek destî em deriyê xwe û dilê xwe ji gelê xwe re vedikin. Îro roj roja xwedî derketina li mirovatiyê û zarokên me ne. Em ê rê nedin ji bo tunekirina çand, civak û mezhebên xwe. Em wekî zarokên Rojava li gel zarokên Bakûrê Kurdistanê ne.”






