Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berzanî û erdhej

26/02/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmet Aktaş

Ne tişteki matmayî ye ku dewleta tirk, her mijarê û bûyerê li dijî doza gelê Kurdistanê bidin xebitandin.

Lê ya belkêş û rûreş, hilwesta Malbata Berzanî ya li dijberî doza gelê Kurdistanê ye. Di vê mijarê de jî xala herî malxerab, cihgirtina wan a li gel neyarên Kurdistanê ye.

Li ser vê erdhejî, gelek nîqaş û tevlihevî derketin holê. Bi giranî jî, HDP, CHP û hemû aliyên li himberî desthilatiya faşîst a AKP-MHPê, bi tundî hilwest niişan dan û hîn jî ev dijberî dewam dike.

Di vî haletê ku gunehbariya desthilatiya Erdogan û Bahçelî teşhîr û tengav dibûn de, Nêçjirvan Berzanî, li Islahiye-Dîlok derket pêşberî kamerayan û got, “ez hatime alîkariya bidim mexdûrên Erdhejî” û hwd.(ya rast; çûbû rûreşiya Receb rûsipî bike!)

Hema li pey Nêçîrvan, Mûsa Ehmedê serokê Dezgeha Xêrxwaziya Berzanî, li Efrîna birîndara-dagirkirî derket Rûdawê-Kurdistan 24 û hwd.bi pesindarî got, “em hatine alîkariyê bigihinê erhejzedeyan(ya rast;çeteyan) û me li vira ofisek jî vekir” û hwd!

Erê gotinên qelew dikir û dixwest xwe serbilind nîşan bide, lê di rûyê/derûniya wî de, weke zanibû êdî karê wan çendîn di xizmeta siyaseta dewleta tirk de ye nayê veşartin û êdî gelê Kurdistanê wan zelaltir nas dike.

Jixwe digot, “em, ji yên alîkariya me kiriye spas dikin, ji bo hatina me ya Efrînê”, lê navê dewleta tirk ne dida.

Mixabin, “çermê rûyê wan ewqas stûr bûye”, êdî eyb û ar û şerm jî bi wan re nema ye.

Her wiha, weke pir caran, vê carê jî xizmetek mezîn pêşkêşî siyaseta qirker a dewleta tirk kirin û dikin.

Jiber ku bi vî karê xwe ve, dîsa ji pak kirina siyaseta qirêj û kurdkuj a dewleta tirk a derewîn û guhertina demografiya Rojava re, dibin derman.

Dibe ku karibe hinekî raya giştî bixapîne, lê belê êdî nikare gelê Kurdistanê, weke berê bi hêsanî bixapîne.

Jiber ku, ma ne li ber çava ye(?), heke bixwazin alîkariyê bigihêne gelê me yê Rojava, di navbêna wan û Rojava de bi tenê pira SÊMALKA heye, ew jî 100 metre ye!

Ma gelo çima wê alîkariya xwe/xêrxwaziya xwe, ewqas dûr dixin; 1000 km rê diçin?!

Jixwe, dibe ku jiber hinek rexneyan be, piştî çend rojan got, “em alîkariyê him dibin Bakur(Semsûrê), him dibin Rojava”.

Heke rast be, ma gelo çima hema yekser bi hêsanî di rojava re; ji Dêrika Hemko heta Efrînê alîkariyê  erdhejê nabin?

Her wiha ma li Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Şehba jî erhej nebû û van deveran jî ne cihên Kurdnişîn e.

Hek bi rastî hûn xêrxwazên gelê Kurdistanê bûna, we yê, alîkarî bi sazî û dezgehên Kurdistanî re, bigihanda mexdûran! Weke mînakek şênber; hema cînarê we şaredariya Silopya(ji sed şaredariyan yek dudu man e, yên din hemû qayyûm kirine) hebû û wan alîkarî birin ji erdhejzedeyan re, we jî dikaribûn bi wan re ev karê pîroz pêk anîba.

Lê na xêr, we dewleta tirk bijart şwîna Kurdistaniyan. Dilê mirovan hilnagire ku hûn ewqas xwelîsareyê layiqêe xwe dibîne, lê mixabin/bidaxewe, hûn dest ji vî karê malxerab û rûreş bernadin!

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.