HPG’ê ragehand ku artêşa Tirk a dagirker 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopteran, 65 caran bi çekên giran, 17 caran jî bi çekên qedexe û fosforê qadên gerîla bomberdûman kirine.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî qadên berxwedanê yên Gerîlayên Azadiyê daxuyaniyek nivîskî weşandin.
HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker bi hemû teknîka di destê xwe de bi fosfor û bombeyên qedexe êrîşî hêzên gerîla dike û wiha got: “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li ser esasê parastina rewa, bersiv da êrîşan. Herêmên ku hêzên me lê ne, 2 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrîşê, 65 caran bi tank, obus û çekên giran hatine bombekirin. Her wiha qadên berxwedanê yên gerîla 17 caran bi topên ku fosfor tê de bûn û bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.”
HPG’ê ragehand ku dagirkerên ku roja 24’ê Sibatê saet de êrîşî çeperên wan yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, rastî çalakiya hêzên wan ya xweparastinê hatin û bi taktîkên sabotajê li dagirkeran hate xistin û wiha got: “Di 24’ê Sibatê de dagirkerên ku êrîşî çeperên me yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên me ji bo parastina xwe bikin bi çekên giran bersiv dan êrîşan.”
HPG’ê da zanîn ku di 25’ê Sibatê de dagirkerên ku êrîşî çeperên wan yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên wan ji bo parastina xwe bi çekên giran li dagirkeran xistin. Herwiha di 25’ê Sibatê de dagirkerên ku êrîşî çeperên wan yên berxwedanê yên li derdora herêma Çemço ya girêdayî nehiya Şêladizê ya Amediyê kirin, hêzên wan ji bo xwe biparêzin bi taktîka sûîqestê li dagirkeran dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.
HPG’ê da xuyakirin ku di 24’ê Sibatê de çeperên wan yên berxwedanê yên li nêzî gundê Sîda yê girêdayî nehiya Şêladize ya navçeya Amediyê 17 caran bi topên fosforê û bombeyên qedexe ji aliyê tankan ve hatin bombekirin. Herwiha qada Deşta Kafya ya Garê 2 caran ji aliyê balafirên şer ve hate bombekirin. Di heman demê de çeperên berxwedanê yên li herêma Berxwedanê ya Kurojahro û yên li derdora herêma Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin. Herwiha çeperên berxwedanê yên li nêzî herêma Berxwedanê ya Girê FM’ê û herêma Çemço û gundê Sîda ya girêdayî nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê 65 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”






