DILYAR CIZÎRÎ
Erdheja destpêka roja duşemê li Bakur û Rojavayê Kurdistan, beşek ji Sûriyê û Tirkiyê pêk hat. Bandorek mezin li gelek herêman kir. Bi hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kes birîndar bûn. Zirara wê ya herî mezin jî li bajarên Bakurê Kurdistanê û Sûriyayê bûn. Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku demek dirêje di bin dorpêça hikûmeta Şamê de ne, jî bandora erdhejê zêde bû. Di encamê de hejmarek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. Hejmarek ne kêm avahî hilweşiyan û bi erdê re bûn yek. Halê şêniyên wê halê gelek bajarên din ên bi erdhejê bibandor bûn.
Piştî erdhejê YE, DYA û gelek welatên cîhanê xemgîniya xwe derbarê bobelatê anîn ziman. Di nav de hinek welatên ereb ên wekî Qeter û Misr. Di heman demê de rayedarên wan dewletan gotin ew ê alîkariyan pêşkêş herêmên mexdûr bikin. Tevî derfetên dewleta Tirk ji derfetên xelkên Sûriyayê zêdetirin, di serî de Qeter alîkariyên xwe demil dest ji hikûmeta Tirkiyê re pêşkêş kirin.
Misra demek dirêje têkiliyên xwe bi Tirkiyê re qut kirine, diyar kir ewê alîkariya Tirkiyê bikin. Aliyên din jî piştevaniya xwe ya bi Tirkiyê re anîn ziman. Lê heta niha ne Misir û welatên ereb û ne jî aliyên din ji gelê Sûriyê re tu alîkariyên cidî pêşkêş ne kirine.
Dewleta Tirk û çeteyên wê mexdûrên herêmên dagirkirî û di serî de Efrîn, Idlib, gundewarên Helebê bê alîkarî hiştin. Hejmarek mezin welatî demên dirêj di bin bermahiyên avahiyên rûxanî de man, bêyî tu kes alîkariyan ji wan re pêşkêş bikin. Dewleta Tirk wekî her car vê care jî şêniyên wan herêman bi tenê hiştin û tu alîkariyên ber bi çav pêşkêş ne kirin.
Şêniyên taxa Şêxmeqsûd ên demek dirêj di bin dorpêça hikûmeta Şamê de ne û rêveberiya wê ya xweser û şênî bêyî li benda alîkariyên tu kesî bin, bi derfetên xwe yên kêm ketin liv û tevgerê û dest bi rizgarkirina şêniyên di bin bermahiyên avahiyên rûxandî de mayî kirin. Heyva Sor a Kurd hêza xwe ji bo dermankirina birîndaran xist dewrê.
Li Kobanê û Minbicê jî hin xanî ruxiyan û hejmarek welatî birîndar bûn. Zirarên madî jî gelek çêbûn. Li van herêman jî Rêveberiya Xweser serferberî ragihand û li gorî derfetên di destê xwe de alîkarî ji şêniyan re pêşkêş kirin.
Şêniyên li herêmên hikûmeta Şamê jî jiyan dikin, berê ji ber siyasetên hikûmeta Şamê û bandora şerê 12 salan ên şerê li Sûriyayê rewşeke dijwar jiyan dikin. Vê bobelata Erdhejê zehmetiyên wan hîn girantir kir. Lê ne hikûmeta Şamê erka xwe pêk anî û ne jî welatiyên di daxuyaniyên xwe de îda kirin, ew amade ne alîkariyan pêşkêş bikin, kirin.
Li jor me pir bi kurtasî be jî rewşa herêman yek bi yek anî ziman. Lê em dinerin di serî de welatên ereb û welatên din jî berê baş dizanin rewşa gelê Sûriyayê çi dijware û pêwîstiyên wan zêde ne, lê carde jî alîkariyên wan li gorî berjewendiyên siyasî bûn.






