Farûk Sakik
6’ê Sibatê, li navça Mereş Pazarcix’ê bi pileya 7.8 erdhejeke mezin çêbû.
Erdhejên dijwar, di serî de bajarên Amed, Meletî, Riha, Semsûr, Dîlok û gelek deverên din ên Bakurê Kurdistanê, bajarên Edene, Hatay, Kilîs, Osmaniye û Qeyserî ên Tirkiyê, herêmên Cizîr, Firat û Şehba yên Bakur û Rojhilatê Suriyê jî hejandin.
Ev erdhej bandor li welatên derdorê jî kiriye. Di encama erdhejê de bi hezaran kesî jiyana xwe dest dan, bi hezaran kes jî birîndar bûn. Hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Li gelek mal û avahî hilweşiyan e, şert û mercên zivistanê bandoreke neyînî li xebatên rizgarkirinê jî dike.
Di demek wiha de desthilatdariya faşîst a AKP’ê, polîs û leşkerên xwe, hemû rêxistinên xwe ji bo astengkirina kampanyayên piştevaniyê yên Kurdistaniyan û rêxistinên civakî seferber kiriye. Alîkariya ku gel bi dilxwazî ji bo hewcedaran dişîne qedexe dike û bi vî rengî berê mirovan dide AFAD’ê ku rêxistiniyeke mêtinger e.
Ev saziya AFAD’ê saziyek paqijkirina gendeliya Erdogan e. Dema ku hên ji bin kavilê avahiyan de dengê hewarê bilind dibû vê saziyê IBAN’a xwe ya Bankê dabû û pere kom dikir.
Em van dadîtînin aliyekê. Em çawa dikarin birînên xwe derman bikin. Di rojên wiha de em dikarin helwestek çawa ya netewî nîşan bidin. Divê ku em di vî warî de hin bêtir bi berspirsyarî tevbigerin.
Di rastiya xwe de me ji gelek feleketên mezin bi vî rengî re şahidî kir anjî me bi xwe jiya ye. Salên 90’î dema şewitandina gundan bû! Ji gundan ber bi bajêran koçek dest pê kir. Em wisa xemsar û bêbext bûn û me van kesên ji gundê xwe koçber bûne, li qeraxê bajêran hiştin. Me mala xwe û sifreya xwe bi wan re parve nekir. Ev yek bû çandek û belav bû.
Piştre di sala 2015-2016’an de êrişî bajarên Kurdistanê kirin. Dema ku pêvajoya ragihandina rêveberiyên xweser jî, li bajarên wek Sûr û Cizîra Botan dest pê kir. Dewleta dagirker bajar bi tanq û topan hatin bombekirin, em bêdeng man! Di jêr zemînan de gelek kes mexdûr man û ji aliyên hêzên dijmin ve hatin qetil kirin.
Kesên ku bê mal man koçî nav bajêran kirin û di jêrzemînan de bi cîh bûn. Di her jêrzemînekê de 3-4 malbat hebûn. Me ew dernexistin qatên jor, me odeyek xwe û sifra xwe bi wan re parve nekir! Dijmin bi hovitiya xwe ew bêmal û bê cîh hiştin û em jî li wan xwedî dernediketin.
Felaketên xwezayî û yên dijmin ferq nakin. Li hember van êşan divê rihek netewî hebe. Li hev xwedî derketin û çanda parvekirinê divê hebe. Dive ku em birînên xwe bi xwe derman bikin. Dijmin di felaketên xwezayê de jî dijminatiya xwe didomîn e. Bi xemsarî tevdigere.
Di serdemê wiha de divê mirov berpirsyariya dewletî bi bîra wan bixe. Lê, divê neyê ji bîrkirin heman dewlet bi rihê dijminatiyê bajarên me ser û bin kiri ne. Dewsa xelaskirnê de em qetil kiri ne. Heman dewlet îroj di vê erdhejê de hemen bi hişmendiyê tevdiger e. Giran tevdigere. Şert û mercên zivistanê nagire berçav. Gelek dever hê jî li benda alikariyên e. Agahî tên ku gelek kes ji ber derengiya midaxlekirinê ji sermayê jiyana xwe ji dest dane.
Herî dawî em di şewitandina gundan de, di wêrankirina bajaran de bi helwestek netewî tevnegeriyan, lê em dikarin îroj di vê erdhejê de destpê bikin. Di rojên wiha de li hev xwedî derkevin.






