Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mehmet Tûnç: “Me çok nedanî”

05/02/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Çîroka wêneyek ji Sinê
Share on FacebookShare on Twitter

Farûk Sakik

10’ê Tebaxa 2015’an ji bo herêma Botanê rojeke dîrokî bû. Meclîsên gel ên navçe û bajaran dest bi ragihandinên rêveberiyên xweser kirin. Dengê pêşî ji Meclîsa Gel a Cizîra Botan hat. Sembola berxwedana dîrokî ya Cizîra Botan Mehmet Tunç, bi deng û sekneke bi biryar Rêveberiya Xweser a Cizîra Botan’ê ragihand. Got, em êdî saziyên dewletê nas nakin û sîstema Rêveberiyên Xweser radigihînin.

Li ser vê yekê êrişên dewletê yên girtin û binçavkirinan dest pê kirin. Piştî demek jî şer dest pê kir.  Hatin, bi hemû hovîtiya xwe, bi çek û artêşa xwe, bi hemû rûreşiya xwe; wek bapîrên xwe şewitandin, kuştin û talankirin. Lê, li hember vê zilm û zordariyê rihê berxwedanê jî li asûmanên Cizîrê bilind dibû. Dîsa dema berxwedanê û cengeweriyê bû. Ev car bi bedenên xwe barîkat bilind kirin.

Yek kesê ku li dijî vê dagirkeriyê têdikoşiya û pêşengêya berxwerdana dîrokî kir, hevserokê Meclisa Gel a Cîzîra Botanê Mehmet Tunç bû. Şer û berxwedan bi mehan dewam kir. Mehmet Tunç di her kêliyên vê berxwedanê de hebû.

Li Cizîrê herî dawî di 14’ê Kanûna 2015’an de derketina derve hat qedexekirin. Di qedexeya 41 rojan de rojane 3-4 kes dihatin qetilkirin. Di 22’yê çileyê de hêzên dagirker yên dewleta Tirk  dest bi erîşan kirin.

Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç roja 5’ê Sibatê bi riya têlefonê tevlî bernameyek Med TV bû û wiha bersiv da banga ‘teslîm bûnê’: “Ji niha û wê de, bila kes ne li bendê be ku em teslîm bibin. Em ê ti carî teslîm nebin. Tenê rêyek li pêşiya me heye ew jî, berxwedan e. Em ê bi ser bikevin. Me çok nedanî. Mirina bi berxwedana pişt berbirran(barîkatan), ji jiyanek bê vîn û koletî baştir e. Lewma kesên dimînin, divê bi me serbilind bin.”

Ev berxwedana rêveberiya xweser bû. Lê, piştî berxwedanê gelek kesan ev regihandina rêveberiya xweser rexne kirin. Hin kesan jî bi bêbextî, zimanê dijmin bi kar anî. Digotin ‘şerê xendekan’. Ew xendek nebûn, ew berbirr(barîkat) bûn. Armanc pêşîgirtina êrişên dijmin bû.

Heger ev rexne wisa dewam bikin em ê lehengî, berxwedan û şahadeta Mehmet Tunç’an  li ku derê bi cîh bikin!

Ji bo rêveberiya xweser demeke dirêj bû ku amadekarî dihatin kirin. Rêber Apo jî bal kişandibû ku li her deverî,  ji gundan dest pê bikin komînan ava bikin.

Dijmin piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê şer îlan kiribû. Qirkirin û tunekirina Kurdan destpêkiribû. Kurdan ya wê li hemberî wan çok daniyaba, yan jî cihê lê mabûn wê tekoşîna xwe dewam kiriban a. Ragihandina rêveberiya xweser ew cîhê ku lê mabûn, bû. Mehmet Tunç jî got; em çok dananîn!

Ha em dikarin rexnedayina xwe bidin û bêjin. Em çima ewqas xemsar û bêbext bûn; Me çima Mehmet Tunç û hevalên wî bi tenê hiştin! Heger hûn dixwazin li kêmasiyek bigerin, ji xwe dest pê bikin. Mehmet Tunç çok dananî.

Heman êriş li dijî Rêveberiya Xweser ya Rojava jî pêk hat. Gelo Kurdên li Rojavayê Kurdistan xendek kola bû? Na.. Ew dijminê Kurdan ne û li ku derê destkeftiyek kurdan hebin, dibin armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker.

Dibe ku ewroj Mehmet Tunç û hevalên wî negihîştin armanca xwe. Lê, wan li pey xwe çanda dîrokî ya berxwedanê hişt; Çanda çok nedanînê.  Îroj li tu deverekê têkoşînê ‘kurdên çokdanayî’ nînin. Mehmed Tunç jî gotibû: “Yên mayîn, divê bi me serbilind bin.” Îroj li hemberî dijmin ew kesên xwedî rumet û têdikoşin, bi  Mehmet Tunç pir serbilind in.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.