Sozdar Demîr
Dewleta Tirk a dagirker ji 20’ê Cotmeha sala borî ve bê navber herêmên Bakur û Rojhilatê topbaran û bombebaran dike. Di van êrişan de bi dehan welatî şehîd û birîndar bû ne. Dewleta Tirk a dagirker bi van sucan re sînordar nema, her wiha binesaziyên xizmetguzarî jî dike hedef.
Ev êrişên qirker yên dewleta Tirk ku li ti deveran nayê qebûl kirin lê, li ser gelê Bakur Rojhilatê Sûriyê tê meşandin, yên herî zêde dibin qurbanî jin û zarokin. Mînaka herî dawî jî Ehmedê 11 salî yê ku li ber rawestgeha Arî ya li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê ji bo debara malbatê kar dikir, bû hedefa êrişên dewleta Tirk û di encamê de şehîd bû. Ehmed yek ji hezaran zarokên li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye ku dibe armanca êrişên artêşa Tirk a dagirker e.
Di qanûnên navdewletî de armanc girtina sivîlan, qetilkirina xwezayê, hedefgirtina cihên xizmetguzariyê ev hemû jî sucin. Qaşo em dibêjin li herêmê garantor hene lê ev êriş û sucên dermirovî jî, bi destek û biryara van garantoran e. Bi çek û guleyên Amerîka û Rûsyayê êrişî van herêman tên kirin.
Dewleta Tirk a dagirker jî, baş dizane ku rojên xwe yên dawî dijîn. Ji bo wê jî weke gayê paçê sor dîtî, her cihî topbaran û bombebaran dike. Armanc dike ku bi van êrişan Kurdên ku ji bo azadiyê bi salane qîr dikin, ji holê rake; Ango tiştekî bi navê Kurdîtî nehêle.
Lê dewleta Tirk di van êrişan de hesabê tiştekê nekiriye, ew jî hevgirtina gelên herêmê ne. Îro Kurd, Ereb, Suryan û Asûr, hemû jî xwe di nava projeya Netewa Demokratîk de dibînin. Mîmarê vê projeyê jî, Rêber Ocalan e. Gelên ku xwe di nava fikir û felsefeya Rêber Ocalan de ava kirin, wî ji bo xwe weke mîmarê azadiyê dibînin.
Dewleta Tirk ji bo ku vê baweriya gel bişkîne û gel û rêbertî ji hev qut bike, her rê û rêbazê di şixulîne. Geh tecrîda li Îmraliyê giran dike, geh bi çekên kîmyewî êrişî qadên herêmên parastinê yên medyayê dike û geh jî bê navber êrişî herêmên bakûr û rojhilatê Sûriyê dike. Di van êrişan de dibe ku bi dehan şehîd û birîndaran didin, lê li hember wê hêrsa gel jî bilintir dibe û qêrîna ji bo azadiyê jî zêdetir dibe.
Hikûmeta Erdogan ji bo li ser desthilatdariyê bimîne, gelek hewildanên dagirkirinê pêk anîn. Erdogan, ji bo axa Surî dagir bike, gelek komên paramîlîter bikar anîn û hevkariya xwe jî bi terora DAÎŞ’ê re berdewam kir. Di mijara Surî de xwest ku hemû destkeftîyên Kurdan û yên gelên heremê, têk bibe. Erdogan gava ku hat ser desthilatdariyê, di bin navê îslamî de xwest xwe wek xelîfeyê Rojhilata Navîn bi nav bike! Niha jî hem li Bakurê Kurdistanê û hem jî deverên Kurd lê jiyan dikin, poltikayên tinekirinê bi rêve dibe. Ji bo Kurd di vê sedsalê de tiştekî bi dest nexin, bi her awayî êriş dike. Ji pergala Îmraliyê diyar dibe ku Erdogan, tevahî derfetên dewletê razandîne tinekirina kurdan. Tifaqa Erdogan û Baxçelî, li ser esasê qirkirina Kurdan e. Hedefa êrişan ew e ku Kurd di vê sedsalê de statuya xwe bi dest nexin…






