Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çima di vê demê de Barzanî serdana Erdogan kir?

01/02/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Kopya Libiya wê li Sûriyê jî pêk were!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

 

Di roja 26`ê meha Çile de, gelê kurd salvegera efsaneya dîrokî ya rizgarkirina Kobanê pîroz kir. Di wê rojê de tovên hêviya azadiyê hatin çandin û rûyên tarî eşkere bûn. Di encama berxwedana Kobanê de hemû  planên dewleta Tirk a ku bi hemû hêza xwe piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê kir û têk çûn. Aloziyên îro Erdogan di hindir û derve de jiyan dike, bi Berxwedana Kobanê re destpê kir.

Mirov bi hêsanî dikare bêje, roja 26’ê çile salvegera destpêka têkçûna plan û projeyên Erdogan yên di herêmê de ye. Bi vê yekê ve girêdayî, ji nîsana sala derbasbûyî ve heta niha Artêşa Tirk li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê, bi hemû cûreyên çekên pêşketî yên NATO’yê êrişî gêrîlan dike. Çekên Kîmyawî û hemû cûreyên çekên qedexekirî bikar  tîne, lê nikare encaman bi dest bixe. Li wir jî li ber berxwedana bi rumet a gêrîlayan xetimandinê, jiyan dike.

Di heman demê de li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê, rêjeya dengên piştgiriya AKP/MHP’ê her ku diçe kêm dibin û ji bo hilbijartina aloziyeke mezin jiyan dikin. Bi fikarin ku di hilbijartinan de bi ser nakevin.

Di rewşeke wiha de Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di 26’ê çile de an ku salvegera rizgarkirina Kobanê de, li Enqerê serdana Erdogan kir! Beriya wê jî, serdana Bexda kir û di derbarê Tirkiyê de bi rayedarên Hikûmetê re hevdîtin pêk anî. Di hevdîtinan de mijarên ewlehiyê û metirsiyên Tirkiyê di rêza yekem de hatin nîqaşkirin.

Serdana Barzanî ya Tirkiyê jî, encamên hevdîtinên li Bexda bi Erdogan re parve kir. Di salvegera rizgarkirina Kobanê de çûyîn jî, Nêçîrvan Barzanî peyama piştevaniyê da Erdogan û li gel wî peyamek ji bo Berxwedana Kobanê weşand.

Ango di wê rojê de armanca serdanê baş diyar dibe. Piştî Nêçîrvan Barzanî ji Enqere vegeriya, rayedarên partiya Isalmî ya Başûrê Kurdistanê jî, serdana Enqerê kirin. Ew serdana jî, di çarçoveya heman armancê de pêk hatiye. Bi wê jî dixwazin ji raya giştî ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê re bêjin, “fermo vaye kurd li gel Erdogan in” û dixwaze bi vê rê dengên kurdên li Bakurê Kurdistanê ji bo Erdogan bi dest bixe.

Ev serdan û razîkirinên rayedarên PDK’ê ji dewleta Tirk û Erdogan re, ne cara yekem e û diyare wê ne ya dawî be jî. Nizanim, birêz Nêçîrvan Barzanî helwesta Erdogan ya li dijî  referanduma başurê Kurdistanê ya di sala 2017’an de, têne bîra xwe yan na! Eger bîne bîra xwe, wêdemê Erdogan gafa xeniqandinê li Başûrê Kurdistanê xwar û ew wekî ‘ne tiştek’ pênase kir.

Gelo çima Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, naxwaze wan daxuyaniyên Erdogan ên li dijî gelê Kurd û statoya Başûrê Kurdistanê bîne bîra xwe. Lê diyare ne ku ew nayîne bîra xwe, ya rast ew di hevkarî û piştgiriya dewleta Tirk û Erdogan de, asê maye.

Lê di rewşeke wiha de, ji gelê kurd û dostên wan tê xwestin ku çawa Berxwedana Kobanê di 26’ê Çile de bi rizgarkirinê tacedar kir. Niha jî tê xwestin bi valaderxistina planên Erdogan, destkeftiyên xwe tacedar bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.