Îro salvegera 6 emîn a şoreja Rojava ye. Li navenda şûnwarê şoreşa Neolîtîkê, li ser kok û rehên mirovahiyê di 19’ê tîrmeha 2012’de tîrêjên Şoreşa Rojavayê bi şewqa xwe dilê mirovahiyê germ kir.
Bê guman Şoreşa Rojava mudaxaleya xeta dîroka şaş e. Mudaxaleya çanda qirker a ku 5 hezar sale mirov bi mirov û xwezayê bi mirov dide qirkirin.
Piştî meşa mirovahyê ya ji newala Rîfê a ber bi Mezopotamyayê şaristaniya mirovahiyê digihîje qonaxeke nû. Mirovahî di hembêza kevaneka zêrîn de mezin dibe û pêş dikeve. Ji ber xweş xweza û dewlemendiya Kevaneka zêrîn pêşketinên ku di sedan salan de pêk nehatine di 20 hezar salî de pêk tên. Bi destpêka şoreşa Neolîtîkê ya Bz.12.000 salî vir ve, bi taybet di serdema zêrîn a Til-Xelefê de (BZ-6000 -4000) ev pêşketin gihîştin asta herî jor.
Rehên pêşketinên mirovahiyê yên civakî û yên zanistî hemû di vî kevanekê de weşarîn e. Ev reh ji kevanekê dest pê dikin û ber bi başûrê Mezopotamya û cîhanê ve belav dibin. Di kevaneka zêrînde navendeke herî girîng yek a ku serkêşiya mirovahiyê kiriye Serêkanî -Til-Xelef e. Heke navendên din her yek weke rehên mirovahiyê bin, çanda Til-Xelef weke qurmê mirovahiyê ye.
Destkeftiyên mirovahiyê yên Til-Xelef li başûrê Mezopotamyayê di bin navê Çanda El-Ubeyt de digihîjin qonaxeke nû. Li ser destkeftiyên çanda Til-Xelf û El-Ubeyt di bin pêşengiya hişmendiya mêr a desthilat parêz de çanda dewletê ya Sumeran afirî. Ji wê rojê virve ye mirovahî û xweza bi qirkirinê re rû bi rû ne. Di 5 hezar salê derbasbûyî de çi sosret û bobelat nemane ku bi serî mirovahiyê û xwezayê de nehatibin. Lewre Rêberê Gelê Kurd birêz Ocalan dibêje “dîrok ket xeteke şaş”
Gelek caran civakên Rojhilatanavîn dibin pêşengiya lêhengên weke Kawayê Hesinkar de hewldane dawî li vê çanda cinawir binin lê biser neketine. Gelek girîng û watedare ku piştî 5 hezar salî careke din li Serêkaniyê û di bin pêşengiya neviyên Kawayê Hesinkar de hewldanek pêşdikeve. Serêkaniyê ya ku di serdema Neolîtîkê de bi çanda xwe weke tîrêjên rojê dahatûya mirovahiyê ronî kiribû niha carek din hewl dide mirovahiyê ji tarîtiya dojehê ya çanda qirker rizgar bik e.
Navê wê hewldanê Şoreşa Rojava ye. Nirx û rûmetên mirovahiyê bi Şoreşa Rojava li Serêkaniyê, li ser çanda Til-Xelef aj didin. Şoreşa Rojava li çanda xweşbîn a mirov bi mirov re aşt, mirov bi xwezayê re aşt xwedî derdikeve. Li nirx û rûmtên mirovahiyên ku di destê çanda qirker de hatine eciqandin xwedî derdikeve.
Neviyên çanda Til-Xelef, Kurd, Asûr, Suryan, Ereb, Ermen, Keldan û hwd. mil dane hevûdu û dibêjin emê bi rengê xwe, bi dengê xwe di nav aştî û aramî de bihevre bijîn. Piştî sedan salan cara yekemîne ev civak di derbarê jiyana xwe de, di derbarê dahatûya xwe de ew bi xwe biryarê didin.
Bê guman civakên Rojhilatanavîn ji vê çanda demokratîk a bi rûmet re ne biyanî ne. Konfedarasyona Med’an, Konfederasyona Mîtaniyan ku paytexta wê Serêkanî bi xwe ye mînakên herî girîngin. Lewre li dijber çanda qirker careke din ji Serêkaniyê bilindbûna dengê mirovahiyê ne tesedufe.
Çewa ku her jîndar li ser kok û rehên xwe hêşîn dibin, nirx û rûmetên mirovahiyê jî li ser kok û rehên xwe aj didin. Hêz dayin, xwedî derketin û mezinkirina ajdanan pêwir û erka dîrokiye. Serkeftina Şoreşa Rojava mizgîniya rizgariya mirovahiyê ye.
Şoreşa Rojava li neviyên Çanda Til-Xelef û hemû mirovahiyê pîroz be.
Mihemed ŞAHÎN