Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gûmana arteşa Tirk ku êrişekê nû bike

29/01/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
AKP Tirkiyê, PDK jî Kurdistanê difiroşe!
Share on FacebookShare on Twitter

 

Ahmed Aktaş

Li ser vê mijarê bi sedan gotin hatin kirin û nivisandin. Lê belê yê ku bi giranî ev mijar derxist pêş, gefxwarinên Erdogan bûn; “em şevekê ji nişka ve” derbasî Rojava dibin!

Bêgûman ev gotin û gefên wî ne bê bingeh bûn. Ji aliyekî ve Rûsya ew sor dikir, ji aliyê din ve Emerîka jî ew gij dikir.

Armanca hemûyan, gelê Kurdistanê bitirstîne û Tevgêra wê naçar bike, da ku bikişînin aliyê xwe. Jixwe, pêkanîna wan senaryoyên malxerab ên li Efrînê, Serêkaniyê û Grêsipî pêkanîn, encamên wan armancên wan ên bê wijdan û bê exlaq bûn.

Niha, dîsa dixwazin bi heman senaryoyan dewam bikin, li ser Rojavayê. Gûmanên gelek şîroveger û siyasetmedaran jî wisa ne.

Li ser vê mijarê, ji bo wan armancên xwe yên dijî mirovahiyê, li Rojava û Suriyeyêyî misoger bikin, her du dewlet jî, Erdogan mîna amûrekî pir kêrhatî dibînin û naxwazin vê maşeyê ji dest xwe berdin.

Hilbet Erdogan jî, vê derfetê ji derdê xwe re weke derman dibîne û ji mêjve xwe ji bo êrîşek wisa ya dagîrkeriyê amade dike!

Derdê wî, aşkereye; hilbijartinên Serokomariyê û Parlemenê ye. Li gor piraniya anket û pêşbîniyan, R.Erdogan di her du hilbijartinan de jî bi bindikeve.

Erê ji bo temenê desthilatiya xwe dirêj bike hinek rê û rêbaz; listok, fêlbazî û ev jî nebin, zora leşkerî jî dike.

Lê rêya “fermî” û karibe bêhtir raya giştî razî bike, lidarxisita şerekî mezin e. Bi vî awayî dikare salekê hilbijartinan bi paş ve bixe!

Di derbarê mijarê de, gotin û dîtinên balkêş ên fermandarê giştî yê QSD’ê jî hene. Hat diyarkirin ku dibe êrişek bejayî hebe û demê wê jî wek miha Sibatê hat teqmîn kirin.

Hilbet wateya 15’ê Sibatê roja reş a dîlgirtina Rêber APO ye. Di rojên wisa nasyar de, dewleta tirk gelek şahreza ye ji bo bi karanîna êrîşên gemar, qirêj û qirker.

Îca, wê vê êrîşê bike an neke, kes nikare sedîsed bêje erê an na? Lê bi tenê mirov dikare bi hêsanî bêje; bêyî destûra DYE û Rûsya êrîşek wisa nabe. Nexasim, heke DYE’yê, ji Erdogan re çira kesk pênexe, nikare bike.

Li pêvajoyê heyî ji gelê bakur û rojhilatê Suriyê û ji tevgêra wê re hişyarî, hostayî, sebir û heta dawî berxwedan tenê tê xwastin.

Hilbet ji şaşî û kêmasiyên kevn jî ders derxistin giring e û bi taybetî , divê vê carê, koçberî nebe!

Jixwe ji axaftinên fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî û rêveberên Xweseriya Demokratîk jî, tê dîtin ku ji serpêhatiyên berê, têra xwe ders hatine standin û xwe ji hemû gûman û xeteran re amade kirin e.

Her wiha, diyar dikin ku, êdî li hember hemû êrîşan, gel û tevgeran wê bi hev re, bi ruhê cenga gelîrî têbikoşin, cih û warên xwe bernedin, heta dawiyê wê berxwe bidin!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.