Rojnameya Ronahî

Karmendên Dezgeha Mayînan daxwaza mafên xwe dikin 

 

Karmendên Dezgeha Giştî ya Mayînan a Herêma Kurdistanê ji maf û îmtiyazên şehîd, kêmendam û malnişîniyê bêpar in. Karmendan diyar kirin ku zêdetirî 10 salane yasa mafên wan li Parlamentoya Herêma Kurdistanê û rûniştina duyenîm ji bo nekirine.

Piştî raperîna sala 1991’an Dezgeha Giştî ya Mayînan dest bi rakirina mayînên  li Herêma Kurdistanê hatine danîn kir. Li vê saziye 200 karmendên timî û 767 karmendên bipeyman kar dikin. Salane di dema rakirina mayînan de ziyan digihî bedana wan, lê heta niha ti mafê wan nîne. Dema ku jiyana xwe ji dest dan an birîndar bûn weke şehîd û astengdar nayên dîtin.

Dezgeha Giştî ya Mayînan di dema sêyemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de, projeya yasayî pêşkêşî parlamentoyê kir ku weke yasa mafê karmendên wê were misogerkirin û piştgiriya wan were kirin. Lê, Parlamentoya Herêma Kurdistanê tenê rûniştina  yekem ji bo kir û rûniştina duyemîn nekir. Projeya yasayê li parlamentoyê nehatî erêkirin maye. Lê, Dezgeha Giştî ya Mayînan carake din di dema sêyem a Parlamentoya Herêma Kurdistanê de projeya yasayê bi riya hikûmetê pêşkêşî parlamentoyê kir û têde tenê qala sê xalên cewherî hatiye kirin.

Di projeya yasayê de, têxwestin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê mîna karmendên din ên hikûmetê mafê şehîdbûnê û kêmendambûna ceperê, mafê malnişînê piştî 15 salên ximzetê û piştî 45 saliyê bide, lê li ser vê projeya yasayê hîn kar nehatiye kirin. Endamên Dezgeha Giştî ya Mayînan li benda hikûmet û parlamentoyê ne.

Li Herêma Kurdistanê di nava 23 salên borî de, 36 karmendên Dezgeha Giştî ya Mayînan di dema karkirinê de ji ber teqîna mayînan jiyana xwe ji dest dane, lê heta niha weke şehîd nehatine qebûl kirin û ji bo malbatên wan ti mûçe nehatine dayîn. Herwiha 78 karmend jî birîndar bûne û parçeyek ji laşê xwe ji dest dane. Lê, weke astengdar nehatine pejirandin û mûçeyên wan nayên dayîn. 14 endam jî di dema hatinûçûna li ser kar de, qeza kirine û astengdar bûne. 43 karmend jî piştî birîndarbûnê baş bûne.

Salih Mihemed 25 sal in karmendê Dezgeha Giştî ya Mayînane û gelek karên zehmet kiriye. Di sala 2008’an de gulek hewanê di destdan de teqiya û giran birîndar bû. Bi temamî çavek xwe ji dest da. Lê, heta niha ti mafek wî weke karmendên din ên hikûmeta Herêma Kurdistanê nîne.

‘Zilm li me têkirin û qurbaniyê didin’

Salih Mihemed diyar kir ku gelek hatine paşguhxistin û got: “Zilm li me têkirin û qurbaniyê didin. Timî di metirsiyê de ne. Lê, hikûmeta Herêma Kurdistanê xemsare û ti maf û îmtiyazekê ji bo me rewa nabîne. Min çavekî xwe ji ber kar ji dest daye. Tevahiya karmendên Dezgeha Giştî ya Mayînan ji mafê şehîdbûn, kêmendambûna ceperê û malnişînê bêpar in. Lê, eger li gel rêxistinên navneteweyî kar bikin hemû mafên wan tê dayîn û rêzdariyek zêde nîşanî wan didin.”

‘Hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamento xemsarî kirine’

 

Rêveberê Dezgaha Giştî ya Mayînan a Hewlêrê Elî Ebdulrehman têkildarî maf û îmtiyaza karmendên dezgehê ji Rojnews’ê re axivî û got: “Mafê karmendane weke şehîd û kêmendamên ceperê werin naskirin û mafê malnişîniyê bidin wan. Li ser vê mijarê, em li gel hikûmetê di nava danûstandinan de ne. Me daxwaz kiriye ku ev dema parlamentoyê proyeyek yasayî ya taybet ji bo mafê karmendên Dezgeha Giştî ya Mayînan bêxe dengdanê û bibe yasa. Karmendên dezgehê dibin qurbanî û mafê herî kêm hene. Mafê wane mîna karmendên din ên dewletê hemû mafê wan hebe û were misogerkirin. Lê hikûmeta Herêma Kurdistanê û parlamento xemsarî kirine û em jî daxwaz dikin ku di demek herî zû de ev maf were misogerkirin.”

13 hezar û 523 kes bûne qurbaniyên mayîn û teqemeniyan

Li Herêma Kurdistanê heta dawiya sala 2022’yan 13 hezar û 523 kes bûne qurbaniyên mayîn û teqemeniyan. Ji vane hezar û 770 kes li herêma parêzgeha Hewlêrê bûn. Beşek ji wan karmendên mayînan bûn. Yek ji van jî mafê şehîdbûn û kêmendambûnê nîne.

ROJNWES