Fener…
Idrîs Henan
Fêrbûnên dewletdarî mirovan ber asêbûna zihnî ve dibin. Bi gotinek hê zelaltir; hemû razberî û şênberiyên zindiyan têk dibin û hebûnek çelûxwar diafirînin. Lewre çi hebûna di wê encamê de be, ancax li dijî tevayî heyînên zindîwar ên dîtir be.
Di bingeha xwe de, bi mebesta têkbirina hişmendiya civakî ya komînal e. Armanca xwe ya sereke û tekane, qezenca dirindeyî ya zêde ye. Hemû nirxên hebûnê jî, ji bo heyîneke wisa, tenê çîrok û pireke veguhestinê ne. Ango jiyan, giyan, hest, mirov û exlaq; elementên ku di labratoara berjewendiyan de, têne helandin û ji bona serdestiya mutleq a van şiklên hebûnên homojen, vediguherin navgînên xwezêdekirinê. Di heman demê de, vediguherin çakoçên herifandina nirxên civakî û qelandina pêşengên moral û exlaqê.
Di pêvajoya aloziya li Sûriyê û tevayî herêmê de, hewldanên afirandina nifşekî wisa ne sekinîn. Hemû aliyên tiliya wan di gurkirina agirê vê aloziyê de heye, qurmên xwe diavêtin pixila Sûriyê. Ji xwe agir jî dişewitîne, bixwaze terr an hişk be; bixwaze mirov an nirx be yan jî xirab an baş be. Mîna lehiyekî her tiştî dide ber xwe û dişewitîne. Ji ber vê ye ku, bi milyonan mirovên vî welatî bûn qurbaniyên vê siyaseta fêrbûyî û elimandinên dewletdariyê. Kesê ku bi şer, ceng û teyaran neçû, bi dorpêç û birçîkirinê dikujin. Kesê ku bi van jî neçe, bi hîlebazî, keysbazî, dizî û talaniyê ji nav dibin. Mal û avahiyan di ser serê wan de dirûxînin û mirovan tûşî rev û koçberiyek bê sînor a pêşerojek şîlo dikin. Mixabin ev yek li tevayî Sûriyê, derece derece, derbasdar e.
Li cihê ku keysbaziya bazirganên peydayên wê zihniyeta elimandin û fêrbûnên dewletdariyê hebin, demokrasî, wekhevî û edalet tê astengkirin. Çendîn em xwedî sloganên qebe bin jî, pratîka me wê sînora dewletdar derbas neke. Bê guman encam jî dê ewqas beloq û bi kok bibe.
Di pêvajoya kaosa li herêmê de, bi têkoşîna 50 salî ya tevgera azadiyê re, hate isbat kirin ku jiyana em li pey wê ne ya ku her kesî dihewîne nava xwe û cih dide hemû zindiyan û hawîrdorê diparêze, bi amûr, zihniyet û qalibên dewletdariyê re pêkan nabe. Ji gotinekê bigire heya pratîka herî mezin a şaredariyekê. Hemû jî pêwîste çarçoveya fêrbûnên berê yên ku civakên hatine entegrekirin ava dikin, derbas bikin. Derveyî vê gava destpêkê, bi amûrên serdestiyê, li gorî berjewendiya xwe, şikildayîna têgînên demokrasî, azad û edaletê ye.
Tişta herî girîng ku pêwîste qet neyê jibîrkirin ew e; dema ku elimandinên jixweber yên bûyîn qalib ku ji kaniya zihniyeta dewletdar av vedixwe, li cihekî desthilad bin, mirov û civakên revok ên bi hevîrê koletiyê re hatine strandin, çêdibin. Her wiha qatên dizek û mêjok ku li ser xwîna civakê dinepixin, bi awayekî hovane çêdibin û mezin dibin. Di heyameke wisa de tişta herî erzan û bê wate bûyî, giyana mirov û hebûna wî ye. Lewre; eger rêbaz fêrbûn û elimandin be, encam jî wê zilm, zordarî, koletî, dizîn, keysbazî, rev û bindestî be. Lê, eger rêbaz xwe bispêre metodên şoreşgerî yên guherîn û veguherînê, wê encam jî azadî, demokrasî û edalet be.






