Rojnameya Ronahî

Nivîskar û dostê Kurdan Recaî Fayid koça dawî kir

 

Nivîskar û berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê, endamê Komîteya Erebî ya Azadiya ‎Ocalan û nivîskarê quncikê rûpelê Nêrîn ya rojnameya me Recaî Fayid li Qahîre koça dawî kir.

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Di 27 Çileya 2023’an yek ji dostên gelê Kurd, Recaî Fayid li paytexta Misrê Qahîre Koça dawî kir.

Recaî Faîd di sala 1943’an  li bajarê Tenta yê Misrê ji dayîk bûye. Ew endamê Meclisa Misirî ya kar û barê derve yê dîplomasiyê bû. Faîd di 1′ê Gulana 1979′an berê xwe da Başûrê Kurdistanê û heta 26′ê Tebaxa 1988′an tevî malbata xwe li Hewlêr jiyan kir. Li wir gelek kar û xebat meşandin û di desteya çandî ya gelerî de cih girtibû.  Herwiha li wir gelek lêkolîn li ser Komkujiya Helepça, Enfal û komkujiên li ser destê rêjîma Baas ya Îraqê pêk hatibûn, nivîsandî  ne.

Nivîskar û berpirsê Navenda Lêkolînên Kurdî ya Misirê û endamê Komîteya Erebî ya Azadiya ‎Ocalan Racaî Fayid  bi dostaniya gelê Kurd û alîgirê doza Kurdan dihat nasîn. Jiyana xwe xist xizmeta lêkolînên li ser Kurdan, her dem hewil dida ku doza gelê Kurd bi gelê Ereb û giştî cîhanê bide nasîn.‎ Fayid pirtûkek bi navê ′Ocalan Rêber ‎û Doz′ e jî nivîsandiye.

‘Qey kesekî aqilmend di dewleta Tirkiyê de nîne!’

Fayid di 23 Çileya 2021’an de dest bi ji bo rojnameya me dest bi nivîs kir û di her hefteyê de nivîs ji bo rojnameyê di nivîsand. Di quncikeke xwe de behsa dîlgirtina Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve kiribû û wiha gotibû:”Dewleta Tirk û hevalbendên wê  xwestin bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan re fikrê wî yê azad ji holê rakin, lê bêrovajî wê her ku çû fikrê Rêber Ocalan zêdetir belav bû û bandora wî fikrî jî xurtir bû.

Bê Rêber Ocalan ti çareserî nîne, qey kesekî aqlmend di Dewleta Tikiyê de tune ye.”