Rojnameya Ronahî

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dikin

 

Xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bênavber dewam dikin, li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di nava 26 rojan de 55 kes ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan

Xwepêşandanên  gel li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina Keça Kurd Jîna Amînî hatibûn destpêkirin, di roja 133’yan de bênavber dewam dikin.

 

Di 27’ê Çileyê çalakvanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bang li her kesê kirin da ku di 30-31’ê Çile û 1’ê Sibatê de dakevin kolanan û nerazîbûnên giştî lidarbixin. Gorî bangên di torên civakî de hatine belavkirin, bang li her kesê tê kirin da ku di nava wan 3 rojan de dakevin kolana û xwepêşandanan bikin.

 

Herwiha komek xwendevanên zanîngeha Tahran, derbarê êrişên hêzên Îran yên li ser malbatên wan de, daxuyaniyek belavkirin. Xwendevanan êrişan şermezarkirin û bang li hemû xwendevanan kirin da ku dijî zextên rejîmê rawestin

Di 27’ê Çileyê li Zahîdan ya navenda parêzgeha Sîstan û Beluçistanê xwepêşandan û çalakiyên berfireh hatin lidarxistin. Tevî hêzek zêde li wan herêman hatibû bicihkirin, lê xelk daketin kolanan. Gorî agahiyan hêzên Îranê êrişê çalakvanan kirine û di encamê de birîndar hene. Li bajarê Êze ya Xozistanê jî bi sedan kes tevlî merasîma çileya Hisên Seîd bûn û merasîm vegeriya çalakiya dijî desthilatê. Li bajarê Ehwaz jî ciwan daketin kolanan û agir pêxistin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê  27 Çileyê  derbarê kesên di xwepêşandanên li Îranê de hatine kuştin û darvekirinan de daxuyeniyeke nivîskî belav kir.

Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê da xuyakirin ku ji destpêka xwepêşandanên gel yên li dijî rêjîma Îranê û heya niha, wan karîne nasnameya 488 kesên ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin, piştrast bikin. Rêxistinê diyar kir ji kesên hatin e kuştin jî , 64 zarokin.

Rêxistian Mafê  Mirovan a Îranê da zanîn ku  nasnameya 107 kesên ji ber tevlî xwepêşandanê bûne û cezayê darvekirinê bi ser wan de hatiye birîn jî, hatiye eşkerekirin.

 

Rêxistina Mafê Mirovan di daxuyaniya xwe de da zanîn ku di nava 26 rojên ji destpêka sala 2023’yan ve, herî kêm 55 kes ji aliyê rêjîma Îranê ve hatine darvekirin.

Rêxistinê Mafê Mirovan diyar kir ku armanca sereke ya darvekirinan, tirsandina welatiyane û balkêşandina xelkê Îran û cîhanê ye.