Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

KON-MED banga tevlibûna meşa li dijî Erdogan kir

24/01/2023
in NÛÇE
A A
KON-MED banga tevlibûna meşa li dijî Erdogan kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

 

Konferderasyona Civakên Kurdistaniyên li Almaniya (KON-MED) ji bo meşa li dijî hatian Erdogan ya Almanyayê ya di 27’ê Çileyê de banga tevlêbûnê kir û got, hikumeta Almanya ku ji aliyekî ve qala demokrasî û azadiyê dike, ji aliyê din ve piştgiriyê dide dîktatorekî  wekî Erdogan ku gelê Kurd qir dike.

KON-MED’ê derbarê hatina Serokkomarê Tirkiyeyê Tayyip Erdoganji bo Almaniyayê  daxuyaniyek weşand.

KON-MED’ê diyar kir ku Erdogan li dijî gelê Kurd li her derê êrîşan pêk tîn e û wiha got: “Em baş dizanin, ku di rojeva hevdîtinên Erdogan yên li Elmanyayê wê  pêk werin, dijminahiya gelê Kurd e. Dîktator Erdogan, êrişên li dijî gelê Kurd ne tenê li çar aliyên Kurdistanê, li her derê pêk tîne. Ji êrişên sûcên şer ên li dijî gerîla yên li Başûrê Kurdistanê heta qetilkirin hersê hevrêyên me yên li Parîsê hemû di çarçoveya konsepta qirkirina gelê Kurd de pêk tê.

 

KON-MED’ê  da zanîn ku Erdogan di lêgerîna alîkariyê ya bi şerê li dijî gelê Kurd de ye û wiha dewam kir: “Dîktatorekî bi vî rengî ku dive di dadgehên navneteweyî bê darizandin, hîna jî sûcên li dijî mirovahiyê pêk tîne û di lêgerîna piştgiriyê de ye. Ev yek tu carî nayê pejirandin. Li Tirkiyeyê ku faşîzm bûye îdeolojiya fermî, bêdengiya hêzên navneteweyî hêzê dide dîktator Erdogan. Bi polîtîkayên xwe yên qirêj her carê vê piştgiriya hêzên navneteweyî bi dest dixe. Dîktator Erdogan ji bo ku destketiyên gelê Kurd çênebin, çi ji destê wî tê dike. Helwesta li hemberî dîktatorekî bi vî rengî di wijdana mirovahiyê de cihê xwe tineye.”

 

KON-MED’ê  da xuyakirin ku divê êdî Hikumeta Almanya hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bike û wiha got: “Hikumeta Almanya ku ji aliyekî ve qala demokrasî û azadiyê dike, ji aliyê din ve piştgiriyê dide dîktatorekî ku gelê Kurd qir dike.  Em wek bi deh hezaran Kurd û dostên gelê Kurd li qada çalakiyê bibin. Em ê nîşan bidin, ku em van hevkariyên qirêj qebûl nakin. Kesekî sûcdarê şer, kesekî komkujiyan dike divê çawa bê pêşwazîkirin, em jî dîktator Erdogan bi wî rengî pêşwazî bikin.”

 

KON-MED’ê  wiha qedand : “Em careke din bang li hikumeta Almanyayê dikin, hevkariya xwe ya qirêj a bi dewleta Tirk a dagirker re bi dawî bikin. Dev ji polîtîkayên xwe yên heyî yên li dijî gelê Kurd berdin.”

 

Çalakî wê di 27’ê Çileyê de saet di 13.00’an de li Bundeskanzleramtê were kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.