Memed Serdar
Dewleta Tirk û zihniyetê wî yê faşîst, bingehê xwê di dirêjahî ya dîrokêde hebe jî, bî şêwazeke sîyaseta fermi ya dewletê ev sed salin bi navê dijminayî hember Kurdan tiştek nekiriye, nemaye. Li ser asta cîhanê li qûderê Kurdek bûye xwedan îradeyek azad, her wekî ku şûjinek bi çavê Tirkan re çûye û ji bo îradeya wê ya azad tûne bikin çi ji destê wan hatiye kirin e.
Zihniyeta faşîst ya Tirkan li hember hebûn, ziman û nasnameya Kurd bi gîştî dijberin. ji ber wê heta niha siyaseta înkar û îmha de israr dikin. Weke tê zanîn dema hikûmeta herêma Kurdîstan hat avakirin dewleta dagirker ya Tirkan hember wê jî dijminayî kir. Demeke dirêj fermi nas nekir têkîlî nedanî. Lê piştî pêvajoya referandûma serbixwebûnê, bi encamê gefên Tirkiyê û Îran`ê de dema PDK bi gîştî teslîm bû, ji bo hember Kurdên azad bikar bînin hikûmeta başûr fermi naskirin û têkîlî danîn.
Hember Kurdên parçeyên din siyaseta înkar û îmha bi tevlîbûna PDK berdewam dike. Hember Kurdên Rojavayê Kurdîstanê siyaseta dijminahî yê ku heyî, sedemê wî pir girînge, divê baş bê zanin. Heman teklîf ê teslîmbûne û hemberî wê resmî naskirin û têkîlî danîn ji Kurdên Rojava re jî hat kirin. Ruxmî ku rewşa rêveberiyê Rojava pir xirabtir bu, vê yekê qebûl nekirin heta niha hember vê zihniyetê tekoşîn dikin. Ev mijar çend caran ragihandinên cûrbecûr de derket, ji bo wê pêwîstî nîne bi dirêjahî behs bikin, lê bi kûrtasî bînin bîra wê.
Destpêka şoreşa Rojava weke destpêka pêvajoya bihara gelan de, serhildanên mûxalîfên Sûriyê dema nû destpê kiribû, hemû hêzên şirîkê dagirkerî hêvî dikirin kû Kurd jî bi mûxalîfên Sûriyê re bibin yek û yekser dewleta Sûriyê belav bikin. Di ziyareta fermi ya birêz Saleh Mûslim li Ankara, wiha hatibû nîqaş kirin. Dema bi nave rêveberiyê Rojava tevlîbûna îtîlafê û bihevre hember rêjîma baas îttîfak kirin nehat pejirandin. Rayedarên dewleta dagirker ya Tirkiyê fermi gotin ku hûn tevlî van çeteyên mixalefetê nebin emê we terorîst îlan bikin. Û piştî wê rêveberiyê Rojava û saziyên leşkerî û hikûmî terorîst îlan kirin.
Divê berî hemû kesî rêveberiya Şam`ê vê yekê baş bizane, ger ku niha dewleta dagirker ya Tirkiyê rêveberiyê Rojava nas nake û li hember şer û tekoşîneke asta herî jor de dike. Sedemê vê dijî rêveberiya Sûriyê li cem çeteyan cîh negirtina Kurdan e. Helwestê welatparêzî û parastina yekîtiya axa Sûriyê ye.
Dû hezên emperyalîst û hêzên qaşo hatine alîkariya gelên herêmê, yek jê Rûsya ku weke garantorê rêjîma baas xwe nîşan dide. Ya din jî DYA ku xwe parêzvanê gelên derveyî rêveberiya Şam`ê dibîne, niha li herêmêne. Ev herdû hêzên emperyalîst bi xwe pêşiya çareseriya bingehîn ya Sûriyê de astengin. Ji ber ku her dû hêz jî niha di lihevkirina dewleta dagirker ya Tirkan de ketine pêşbirkê. Hem DYA Tirkan weke şirîkê xwe yê stratejîk pênase dike. Hem jî Rûsya Tirkan wekê hevkarê xwe yê stratejîk dibîne.
Divê hemû kes vê rastiyê baş bizanin ku her projeyek yan jî her nîqaşek ku dewleta dagirker ya Tirkan di navde bin ji wir çareserî dernakeve. Bi taybetî jî mijar destkeftiyên Kurdan be û mafê Tirkan hebe yek gotinek tenê jî bêjin, yek gotinek jî ya xêrê wê nebêjin. Dema ku hemû kes dizanin cîhekî ku dewleta dagirker ya Tirkan bikeve ji wir çareserî û karekî ji bo berjewendiyê gelan dernekeve, divê bê pirsîn ev cîvînên çareseriya pirsgirêkên Sûriyê, faşîstên Tirk çima tevlî dibin. Weke temsîla kê tevlî van cîvînan dibin. Diyare ku her dû hêzên emperyalîst DYA û Rûsya jî dewleta dagirker ya Tirkan jî çi xema wan çareseriya pirsgirêka Sûriyê nîne. Her çikas weke nav ev bê gotin jî, rojevê esasî parvekirina herêmê ya nû ye. Hatina alîkariya gelên herêmê her dû dewletên emperyalîst jî û ya faşîstê Tirkan jî, tenê dirûtiye ne tiştek din. Îro nebe sibe ewê dîrok ji van hêzan hesab bipirse, ne dûre pir nîzîke.






