Farûk Sakik
Em pirr dereng man. Diviya îroj di rojeva me da tecrîd neba ye. Bi salan e ku Rêber Apo di wê êşkenceyê de tê ragirtin. Du sala ji Rêber Apo tu agahî nayên girtin û em qet nizani ka rewşa wî çawa ye. Ev yek jî dibe sedemê gurbûna faşîzma li Tirkiyeyê. Faşîzm bi vê tecrîdê naxwaze ku pirsgirêkên li Kurdistan û li Rojhilata Navîn hene, werin çareserkirin û ev yek li vê erdnîgariyê bû sedemên gelek bi êşan.
Di vê mijarê de herkes berpirsyare û sucdar e. Çima?
Ji ber ku dema di sala 2015’an de tecrîd hat destpêkirin, me jî ji bo şikandina tecrîdê têkoşîneke bênavber bida meşandin, wê bajarên Kurdistan ên wek Sûr, Cizîr û Nisêbîn nehatinban wêrankirin. Lewma em hemû sûcdar in…
Heger me di sala 2018’an de ji bo tecrîdê qiyamet rakirba, wê dewleta Tirk a dagirker cesaret negirtiba ku Efrîn û Serêkaniyê dagir bike. Ji xemsariya me cesaret girt. Em gunehkar in…
Heger me pengava dema azadiya Rêber Apo ya di 12’ê Îlona 2020’î de birêvebibiriba û me piştgiriyên ku di qada navneteweyî de ji bo Rêber Apo tên meşandin baş bixwenda, wê dewleta Tirk a dagirker cesaret negirtiba ku êrişî Qadên Parastinê yên Medya bike. Disa cesaret ne digirt ku çekên kîmyewî bi kar bîne. Em bê wijdan in…
Heger me di sala 2022’yan de lîstikên CPT û dewleta Tirk li Îmralî baş analîz bikira, wê li Parîsê di 23’yê Kanûnê de komkujî pêk nehata. Em bêbext in…
Bi kurtasî heger me di destpêkê de tecrîda Îmraliyê bida seknandin û bi Rêber Apo re bibûya yek, me ev pêvajoyên giran jiyan nedikirin. Bervajiyê vê yekê wê gelek pirsgirêk bihatana çareserkirin. Rêber Apo bi pêşdîtinên xwe wê pêşî li van hemû karesetan bigirta. Ango bingehê pêvajoyên me jiyan kirin hemû domandina tecrida li ser Rêber Apo ne.
Her çiqas min di destpêkê de got em pirr dereng man jî, lê şansek me yê dina jî heye; Hilbijartinên Tirkiyê yên sala 2023’an.
Heger Rêber Apo azad buya encamên vê hilbijartinê wê wî destnîşan kiriban. Rol û bandora wî ya di hilbijartinên sala 2015’an de tê zanîn.
Heger em di van hilbijartinan de dawî li tecrîdê neynin anjî, di hilbijartinan de bisernekevin wê pêvajoya faşîzma AKP’ê ya 5 sal din wê dest pê bike. Di van 5 salan de emê heroj li çoka xwe bidin.
Ev têkoşîna li dijî tecrîdê ne tenê karê gelê kurd e, di heman demê de erka wan sazî, partî û rêxistinên ku dixwazin dawî li faşîzmê bînin e. Eger hêzên demokrasiyê, alîgirên mafê mirovan û hiqûqê bibin yek, dikarin encamê bigirin.
Divê ku ji niha de hin tedbîr werin girtin. Heger me ji têkoşînên berê encam negirtibe, divê terzên çalakiyên xwe biguhêrin. Divê em vegerin salên berê û kêmasiyên xwe tespît bikin. Dive di van çalakiyên berê ku encam nehatî girtin de israr nekin. Divê, têkoşîna li dijî tecrîdê û pêngava azadiya Rêber Apo li her deverê cîhanê bê belavkirin. Ji bo di qada navneteweyî de tevlîbûna vê pêngavê jî hin sedem û argumanên me hebin. Divê ku Rêber Apo zêdetir were nasandin. Paradîgmaya wî ya ji bo azadiya mirovahiyê baş were vegotin.






