Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Serhildana, ‘Jin, Jiyan, Azadî’  dewam dike.

21/01/2023
in NÛÇE
A A
Serhildana, ‘Jin, Jiyan, Azadî’  dewam dike.
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Tevî ku rêjîma Îranê li hemberî serhildana gel kuştin, girtin û işkencekirinê jî dike, xwepêşandanên gel yên li dijî rêjîmê bênavber dewam dikin û roj bi roj xurtir dibin.

Xwepêşandanên gel yên li dijî rêjîma Îranê bênavber dewam dikin, tevî ku rêjîm li hemberî xwepêşanderan kuştin, işkencekirin û biçavkirinê jî dike, lê asta xwepêşandanan kêîm nebûye û roj bi roj firehtir dibe.

Çalakî û serhildana gel ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ku nêzî 5 mehane destpêkiriyê, bi hêz dewam dike. Yek ji bajarên ku bûye navenda xwepêşandanan jî,  bajarê Zahîdan ê parêzgeha Sîstan û Beluçistan ê ye. ji bo pêşîgirtina li xwepêşûandanên gel rêjîma Îranê hejmarek mezin ji polîs û hêzên leşkerî şandin bajêr. Lê tevî hemû astengiyan jî, di 20’ê Çileyê de, gel ji bo çalakiyê derketin qadan. Welatiyên bajarê Zahîdan piştî nimêja înê dest bi çalakiyên xwe kirin û siloganên ’Ji dîktatorê re mirin’, ’Jin, Jiyan, Azadî’, ’Xamaneyê re mirin’, ’Diktator Hamaney welat biterîkîne, şerm bike’ bilind kirin. Herwiha li Rask ê girêdayî parêzgeha jî li dijî hikumetê pankart hate vekirin, her wiha ji bo çalakiyê piştgîriyê alimên olî jî bal kişand. Li çalakiyên bajarên Zahîdan û Rask hat xwestin ku welatiyên Beluçistanê yên hatine girtin werin berdan û cezayên îdamê were rakirin. Herwiha xwepêşanderan ragihand ku xwediyê rasteqîn ê van serhildanan gele û wê rê nedin ti kes û aliyek dest dane li ser.

Li gorî çavkaniyên herêmê heta niha di xwepêşandanên li Zahîdanê yên “Îna bixwîn” de herî kêm 100 kes hatine kuştin û gelek kes birîndar bûne. Herwiha 20’ê Çileyê li bajarê Galîk a parêzgeha Gulistan  jî ku piraniya şêniyên wê Tirkmenên Sunne çalakî kirin û meşiyan. Di çalakiyê de li dijî desthilata dewleta Îranê dirûşme gotin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.