Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ne tesadufe rapor û gefên êrişan bi hev re hatin rojevkirin

18/01/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Şerê PDK`ê li dijî tevayiya gelê Kurd e!
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar  Cizîrî

 

Dewleta Tirk careke din gefa êrişên dagirkiriyê, li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Fermandarê QSD’ê Mazlûm Ebdê derbarê gefan de bersiva pirsên Rojnameya El-Menîtor a Amarîkî da û diyar kir ku bi nêzîkbûna hilbijartinên li Tirkiyê re ihtîmala êrişên nû heye. Ew jî bi cidiyet nêzî vê mijarê dibin û destnîşan kir ku ew ê ji bo parastina herêmê her tiştî bikin. Ji xwe her dem ev helwesta QSD’ê û fermandariya zelal e.

Lê ya ne zelal û hemwextî nûkirina gefa êrişeke bejahî ya li dijî herêmê û hin raporên bi hev re di bin navê “binpêkirinên mafan” de, werin weşandin. Di nerîna min de ne tesadife ku rapora “Toreya Rojnamevanên Kurdên Sûriyê” di bin navê binpêkirinên li dijî rojnamevanan de û rapora rêxistina Human Rights Watch ya sala 2022’an ya di beşê xwe yê li ser Sûriyayê de diyar kiri; herwiha îdayên girtina rojnamevanan û îdayên sûcên li dijî mafê mirovan li yên li herêmên Rêveberiya Xweser, bi zimanekî kirêt werin rêzkirin.

Tiştê van xalan baş zelal dike jî,  yekser hin malper û saziyên ragihandinê agahî ji rapora Toreya Rojnamevanên Kurd derxistin û ji bo reşkirina Rêveberiya Xweser û QSD’ê bikar anîn. Di wir de jî sûcên dewleta Tirk, wekî QSD’ê kiriye nîşan didin.

Di heman demê de rapora Human Rights Watch ku agahiyên xwe naspêrin çavkaniyên fermî yên herêmê, berûvajî wê dispêre alîgirên Tirkiyê. Tevî tê zanîn, saziyên fermî di hemû aliyan de li herêmê hene Human Rights Watch, bê ku berê xwe bide wan îddea û agahiyên ji rastiyê dûr, li ser zimanê alîgirên Tirkiyê di rapora xwe de bi cih kirin e

Ji ber wê jî divê gelê me û her kesekî dilê wî ji bo ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêdide, hişyar be. Planek dijberiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di xizmeta dewleta Tirk a dagirker de heye. Dibe hin kes pirsa çawa di xizmeta dewleta Tirk de ye, bikin.

Em jî wan re dibêjin: hemwextî êrîşan reşkirina Rêveberiya Xweser û QSD’ê wê di xizmeta kê de bin gelo? Bersiv jî ew ku bi van raporan dixwazin bingehê  êrişek nû ava bikin e.

Bi taybet ev demeke her gefên Erdogan ên êrîşkirina li dijî herêmê rastî ne razîbûna aliyan tê. Ji ber wê  jî vê carê bi van raporên reşkirinê zemînê ava dikin û rojevan li gorî berjewendiyê xwe çêdikin.

Tişta zêde mirov dêşîne jî, hin kesên em nas dikin niha li herêmê nasnameya rojnamevaniyê wergirtine û bi saya QSD’ê û Rêveberiya Xweser, dikarin rehet pîşeya rojnemaveniyê bikin, lê cihê xwe di van rapor û îdayên reşkirinê de digirin. Di vir de armanca min ne ewe ku ez bêjim kêmasî nînin û di herêmê de her tişt çar çare, lê gotina min ji her kesî re destê xwe dîne ser wijdanê xwe. Divê tu kes li pey xizmetkarên dijmin nekevin, ji ber ev qonaxa man û namana me ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.