Sozdar Demîr
Dewleta Tirk a dagirker roj biroj, tecrîda li Îmraliyê ya li ser Rêber Ocalan û girtiyên din, giran dike. Tirkiyê armanc dike ku bi rêya vê tecrîdê gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocelan ji hev qut bike. Lê belê gelê ku bi fikir û felsefeya wî xwe bi rêxistin kiriye, diyare ku wê tu carî serî li dijî neheqî û bê adeletiyê netewînin. Ji ber ku îro ev gel bi yek dengî banga azadiya Rêber Abdulah Ocalan dike.
Ev 24 sal in ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de ye. Ji xwe 12 salên destpêkê mafê hevdîtinê yê Rêber Apo hat astengkirin û di 24’ê Adara 2021’an û heta niha jî ti agahî jê nayên girtin. Herî dawî jî, dîsa bi hincetên vala 3 meh cezayê disîplînê li ser birîn. Ev tecrîda giran ya ku li ti deverên cîhanê nehatî kirin, li ser Rêberê kurd Abdullah Ocelan tê ferzkirin.
24 salin ku gelê azadixwaz û gelê kurd banga azadiya Rêber Apo dikin û ev 22 mehin bê navber gel ji bo azadiya wî li ser piyane û di nava çalakiyan de ne.
Heta niha evqas bangên ku ji Kurdistanê û derveyî welat têne kirin jî, lê dewletên cîhanê çavên xwe girtine û xwe li bêdengiyê dani ye. Çima evqas tecrîd? Çima ev bêdengiya cîhanê? Çima Rêber Apo?
Ger ku ev tecrîda li ser Rêberê me kurdan tê meşandin, li ser serokekî walatekî din hatiba meşandin, wê hemû cîhan di nava seferberiya azadiya wî de bûna. Lê belê ji ber ku Rêber Apo yekane kese ku ji hemû gelên bindest û ji azadiya jinê re bûye hêvî, ji ber wê evqas tecrîdê li ser giran dikin û qaşo yên ku dibêjin em li dijî tecrîd û êşkenceyê ne jî, xwe li bêdengiya mirinê danîn e.
Qaşo CPT’î Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ye, lê yê ku ji êşkence û tecrîdê re çavên xwe digre û xwe li bêdengiyê datîne jî, despêkê CPT’î ye. CPT bi vê helwesta xwe diyar dike ku bi dewleta Tirk a faşîst re hevkara vî Suci ye.
Di rewşeke wiha de jî, CPT bi daxuyanî û bê helwestiya xwe gumanên gelê Kurd û tevgera azadiyê ji bo rewşa Rêber Apo hîn zêdetir kiriye. Li ser van rewşan hemûyan jî, gel helwesta xwe tund nîşan dide û nerazîbûnên gel di astek herî jor de ne. Yek ji mînakên van çalakiyan jî çalakiya şehîd Veysî Taş yê ku ji bo şikandin û şemzarkirina vê tecrîdê, agir berda bedena xwe. Veysî Taş bi vê çalakiya xwe xwest vê peyamê bide; “dewleta Tirk a faşîste, lê heya kurdek hebe û heta azadiya fîzîkî ya rêber Apo bi dest nekeve, wê bi ruhê çaran vê têkoşînê bidomînin û wê bi vî ruhî, azadiya Rêber Apo mîsoger bikin.
Lê dewleta Tirk a faşîst û CPT’î jî, baş dizanin ku çawa ku Rêber Apo di nava çar dîwaran de kariye bibe îradeya gelekî, wê ev gel jî elbet ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo canê xwe jî bidin û heta dawiyê wê li ser piya bin û dinava berxwedanê de bin.






