Navenda Nûçeyan
Ciwan û walatparêzên Kurd li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo agir berdidin bedena xwe û hêvî dikin ku bi ‘egirê bedena wan Îmraliyê Ronî bibe û tecrîd bê şkandin. Veysî Taş û Mehmed Akar li ser şopa şehîdên azadiyê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û li dijî BÊDENGIYA CÎHANÊ, canê xwe dan ber agir!
Dewleta Tirk a dagirker Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bênavber didomîne. Dewleta faşîst li ber cavên cîhanê û rêxistinên navneteweyî yên ku qaşo dibêjin; ‘em parastina mafê mirovan dikin’ tevaiya mafê mirovan binpê dikin. Li hemberî Tecrîdê, gelê Kurd û azadîxwazên cîhanê, bênavber li Kurdistan û li her derê cîhanê çalakiyan li dar dixin. Hêrsa gelê Kurd ya li hemberî ‘Tecrîdê’ giheştiyê asteke pir bilind. Herî dawî careke din kurdên dilsoz û şopdarên azadiyê, ji bo rakirina tecrîdê mecbûr man ku bedena xwe li ber çavê cîhanê giştî bidin ber agir.
Şeva 12’ê Çileyê, Veysî Taş yê 65 salî li dijî tecrîda li ser Rêber Apo, li Sîteya Pîşesaziyê ya Biçûk a navçeya Artuklu ya Mêrdînê, Bedena Xwe Da Ber Agir. Piştê ku Vêysî Taş rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê, li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Apê Veysî ji aliyê malbata wî ve li Goristana Taxa Îstasyonê hate veşartin.
‘Divê em li Serokê xwe xwedî derkevin’
Veysî Taş beriya ku bedena xwe bide ber agir, bi vîdeoyekê peyama xwe wiha parvekiri bû: “Ev çalakiya min ji bo Serokê Kurdistanê Abdullah Ocalan e. Ev 22 meh in tecrîdkirî ye. Em gelê Kurd divê xwedî li Serokê xwe derbikevin. Ez bi rûkenî diçim. Ez bi eşq û îradeya xwe diçim.”
Şeva 16’ê Çileyê jî, ciwanê bi navê Mehmet Akar yê 25 salî, li Birca Keçika ya li navçeya Sûrê ya Amedê xwe şewitandibû. Piştî Akar xwe şewitand gelek tîmên tenduristiyê û polîsan sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Tîmên tenduristiyê Mihemed Akar rakirin Nexweşxaneya Fakûlteya Tibê ya Zanîngeha Dîcle’yê. Mehmet Akar di nexweşxaneyê de jiyana xwe ji da.
Piştê wê hate xuyakirin ku Akar li pey xwe nameyek hiştiye. Akar di nameya xwe de wiha dibêje: “Ji Rêber Apo agahî nayê girtin. Ne destûra malbata wî ne jî destûra parêzerên wî tê dayîn ku hevdîtinê bikin. Êdî em ji rewşa tenduristiya Rêber Apo bi fikar in. Ez jî li dijî vê yekê li Birca Keçikan a Amedê bedena xwe didim ber agir. Ronahiya agirê ku digire bedena min bila Îmraliyê ronî bike. Ez hêvî dikim ku wê ev çalakiya min bibe wesîleya azadiya fizîkî ya Rêber Apo. Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo, Bijî Serok Apo”






