Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Piştî 4 sal û 4 mehan daneşîna yekê ya doza Malbata Şenyaşar dest pê kir!

17/01/2023
in NÛÇE
A A
Piştî 4 sal û 4 mehan daneşîna yekê ya doza Malbata Şenyaşar dest pê kir!
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Danişîna yekê ya doza ’Komkujiya Nexweşaneyê’ ya ku 3 kesên Malbata Şenyaşar tê de hatibûn qetilkirin, piştî 4 sal û 4 mehan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir.

Danişîna ewil a doza ’Komkujiya Nexweşaneyê’ ya ku 3 ferdên Malbata Şenyaşar ji aliyê xizm û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin, piştî 4 sal û 4 mehan li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê dest pê kir, didome. Di çarçoveya dosyeyê de Celal Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Enver Yildiz ê ji doza ’kargehê’ girtiye jî di nav de 19 kes bi sûcên ’Kuştina ji yekî zêdetir’ , ’hewldana kuştina ji yek kesî zêdetir’ , ’Zirar dayîna malê cemaweriyê’ , ’Veşartin û ji holê rakirina delîlên sûc’ , ’Li saziya cemaweriyê dizî’ û ’binpêkirina destnedayîna kargehê’ tên darizandin.

Danişînê piştî tespîta nasnameyan dest pê kir. Girtî Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz ji Girtîgeha Tîpa T ya Hejmara 2’yan a Rihayê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. Bersûcên negirtî tên darizandin jî beşdarî danişînê bûn. Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz jî bi parazvanên xwe hate adliyeyê.

Pişt re baroyên Wan, Amed, Sêrt û Êlihê daxwaza mûdaxîltiyê kirin. Dozgeriyê xwest ku daxwaza mudaxîltiyê ya hemû baroyan were redkirin. Şandeya dadgehê, mudaxîltiya Malbata Şenyaşar qebûl kir û bi hinceta baroyan rast e rast zirar nedîtiye daxwaza wan a mudaxîltiyê qebûl nekir.

Pişt re ji bersûcan Mekaîl Şîmşek ê di çarçoveya dosyayê de girtî ye ji girtîgeha lê girtî bi SEGBÎS’ê parastin kir. Dadgehê jî weke li dijî hiqûqa ûsûlê ewilî îfadeya Şîmşek a di asta hêzên ewlehiyê de xwend. Li dijî vê parêzerên Malbata Şenyaşar îtîraz kirin. Pişt re yek ji bersûcê girtî Celal Yildiz bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bû û parastin kir, li gorî hat zanîn  danaşîn a yekê didome.

Hejayî bîranînê ye ku malbata Şanyaşar 680 rojin bê navber, li ber avahiyê Adeletê! Nobeta Adeletê digirin û ji bo doza yekem jî dayîka Emîne bangawazî kiribû ku hemû jin û walatiyên xwedî wijdan tevlî vê dozê bibin û li dijî bê Adeletiyê xwedî helwest bin.

Çavkanî Mezopotamya Ajans

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.