Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Parêzeran: Rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikin

17/01/2023
in NÛÇE
A A
Parêzeran: Rapora xwe ya Îmraliyê eşkere bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda nûçeyan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serî li CPT’ê dan ku rapora xwe ya derbarê serdana Îmraliyê eşkere bike.

 

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin’ê têkildarî miwekîlên xwe yên li zîndana Îmraliyê, dîsa serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) dan. Di serlêdanê de ji CPT’yê hat xwestin ku rapora xwe ya têkildarî serdana 20-29’ê Îlonê de, bi raya giştî re parve bike.

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku mafên hevdîtina bi malbat û parêzeran re, name û ragihandinê tên binpêkirin. Herwiha hat zanîn ku mafên parastin û darizandina adilane jî, tên astengkirin. Disa hat diyarkirin ku mafên navborî bi Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMM) hatine mîsogerkirin û wiha hat gotin: “Rewşa ‘Incommunicado’ (agahî negirtin) hêj girantir bûye. Di nava 3 mehên dawî de bi awayekî rêk û pêk ji bo Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Rêveberiya Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, serlêdan hatin kirin. Parêzeran 32 caran û malbatan jî 14 caran serî li herdu saziyan dan. Lê ev serlêdan bêbersiv hatin hiştin.”

Di berdewamê de wiha hat gotin: “Di serî de saziyên Ewropayê, ji 22 welatên cuda 350 parêzeran di 14 û di 19’ê Îlonê de, ji Rojhilata Navîn 756 parêzeran serî li Wezareta Edaletê dan. Lê ev serlêdan nehatin bersivandin û aqûbeta nameyên  hatine şandin jî, nayên zanîn. Her wiha nayê zanîn bê ka nameya nû ya di 27’ê Îlona 2022’yan di dema vê raporê de hatiye şandin, gihiştiye yan na.”

Di berdewamiya serlêdanê de ev daxwaz ji CPT’yê re hatin kirin:

“* Divê komîteya we rapor û tespîtên xwe yên têkildarî serdana dawî ‘tavilê’ bi raya giştî re parve bike.

* Ji bo ku parêzer bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, hewceye hûn rê li ber biryarên derhiqûqî yên bi rêya dadgehan tên dayîn, bigirin.

* Ji bo ku malbat û vasî bikarin hevdîtinan bikin û ev hevdîtin domdar bin, divê hûn yasayên we bixwe diyarkirî pêk bînin ku rê li ber cezayên disiplînê yên derhiqûqî were girtin.

* Li gel bicihanîna mafê serdanê, her wiha divê serlêdêr bikarin mafê xwe yên hevdîtina li ser telefonê jî bi kar bînin û hûn bingeha vî tiştî amade bikin.

* Ji bo ku girtî bikarin li derve jî, bi parêzerên xwe re bi rêya name, telgraf û faksê peywendiyan deynin, hewce ye hûn erkê xwe pêk binin ku hemû astengî werin rakirin.

* Divê sepanên derhiqûqî yên ji bo qedexekirina rojname, kovar û pirtûkan bi dawî bibin.

* Divê tevdîrên xurt ên ji bo rakirina rewşa îşkence, nêzîkatiyên dermirovî û nebaş û incommunicadoyê werin stendin û prosedûrên di çarçoveya Xala 10/2. a Peymanê werin pêkanîn.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.