Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star kuştina Mursel Nebîzade şermezar kir

17/01/2023
in NÛÇE
A A
Kongra Star kuştina Mursel Nebîzade şermezar kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

 

Kongra Star bi daxuyaniyeke nivîskî kuştina parlamentera berê ya Efganistanê `Mursel Nebîzade` şermezar kir û ji jinên Efgan re got, `têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye`.  

 

Derbarê bûyera kuştina parlamentera Efgan Mursel Nebîzade Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî da û tê de kuştina Mursel Nebîzade bi hêrs û heyecaneke mezin şermezar kir. Herwiha êriş û kiryarên hovane yên derheqê jinan de tên kirin, bi tund hatin şermezarkirin.

 

Daxuyanî wiha ye:

 

Li hemberî kuştina hovane ya siyasetmedarê Efxan Mursel Nebîzade wek Kongra Star bi êş û hêrs in. Mursel Nebîzade di sala 2018 de weke endamê parlamen a Efxanistanê hatibû hilbijartin. Lê ev parlamen ku tê de 69 endamên jin hebûn piştî ku Talîban di Tebaxa 2021’an de kontrola welêt bi dest xistin hatiye belav kirin. Di encam de piranî nûnerên gel reviyan an jî xwe ji Talîbanê vedişêrin.

 

Mursel Nebîzade yek ji nûnerên gelê Efxan bû ku ruxmê xeterî li ser jiyanê xwe welatê xwe terk nekiriye. Rapêç kirina vîna gel ji aliyê Talîbanê qebûl nekiriye û di welatê xwe de ma. Di peyameke xwe de digot “Ev welat ne xwaringeheke ye ku ez xizmeta wî hez nekim û derkevim. Ev der welatê min e û ezê kêlekê gelê xwe de bisekînim”.

 

Mursel Nebîzade siyasetmedareke aktîf û parazvaneke çalak ya mafên jinan bû. Bi salan piştgiriya xwe bi tevgera şoreşgerî ya jinên Efxanistanê destnîşan kiribû.

 

Roja yekşemê di malê xwe de li paytextê Kabîlê de hate kuştin. Ji ser û singê xwe de hate kuştin. Em bawer nakin ku ev bi tesadûf e. Diyar e ku mejî û dilê wê hatin hedef girtin. Rejîma dijminê jin dixwaze bi kuştina wê peyamek bide hemû jinên li Efxanistanê ku berxwedana xwe li dijî Talîban û têkoşîna xwe ji bo jiyaneke azad berdewam dikin.

 

Piştî ku rêveberiya DYE bi navê NATO’yê kontrola li ser Efxanistanê teslîmê Talîban kirin yekser şereke li dijî jinan hate destpêkirin. Talîban gav bi gav jinan û keçan ji qada giştî, siyasetê, qada kedê, saziyên perwerdê û hemû jiyana civakî derdixîne. Bi vê dixwazin jiyan, nasname û vîna jin daxînin hebûneke ku tenê guh dide hegemonyaya zilamê serdest.

 

Jinên ku li hemberî vê rejîmê faşîst a zilamê serdest berxwe didin û pêşengtiya berxwedanê dikin weke xeteriya herî mezin tên dîtin. Ji ber ku di taritî de ronî dikin, hêvî didin, cesaret û hêza berxwedanê belav dikin. Ji ber vê rastî tên hedef girtin, rû bi rû bi êşkence dimînin, tên girtin û kuştin. Talîban difikire ku bikare berxwedanê bişkîne û gelê azadîxwaz a Efxanistanê teslîm bigre dema ku pêşengtiya jinan tune kiriye.

 

Wek jinên Kurd em jî bi heman rewş rû bi rû nin. Dewleta Tirk a faşîst bi şehîd xistina pêşengên me dixwaze berxwedanê me qir bike. Lê bi her şehadeteke dilsoziya me, girêdaniya me bi şoreşa jinê û têkoşîna me ji bo jiyaneke azad di welateke azad de hin bêhtir hêz qazanc dike. Di vê çarçovê de em ji bo pêkanîna hêvî û xeyalên rêheval û pêşengên me yên şehîd berxwedana xwe her ku diçe bilindtir dikin.

 

Wek Kongra Star em sersaxî ji malbat û hezkiriyên Mursel Nebîzade, xwîşk û rêhevalên xwe yên Efxan re dixwazin. Em dixwazin hûn bizanin ku têkoşîna we têkoşîna me ye û berxwedana me ji bo we ye jî. Hûn hêvî û hêz didin me. Em hêvî dikin ku şoreşa me ya jinê jî hêz û bawerî dide we.

 

Kongra Star

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.