Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star 18’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir

14/01/2023
in NÛÇE
A A
Kongra Star 18’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir
Share on FacebookShare on Twitter

 

Navenda Nûçeyan

Koordînasyona Kongra Star 18’emîn salvegera damezirandina xwe pîroz kir û got, em ê projeya xwe ya azadkirina tevahî jinan ji zilm û zordariyê ye û avakirina civakeke li ser hêmên demokrasî, azadî û wekheviya zayendane pêk bînin.

Koordînasyona Kongra Star bi wesîleya 18’emîn salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî weşand.

Kongra Star di daxuyanuiya xwe de diyar kir ku sekna jinan ya sala 2022’yan diyar bû, bi dirûşmeya Jin, Jiyan, Azadî ku di serhildana Rojhilat û tevahî Îranê de, di şexsê Jîna Emînî de û bi pêşengtiya jinan hişt ku heya roja îro ev serhildan dewam bike û bi demê re veguheze meşa azadiya jinan ya bê navber.

 

Kongra Star da xuyakirin ku di sala 2022’yan de herêm û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember êrîşên pir mezin, berxwedanek bêhempa nîşan daye û wioha domand: “Bêguman berdêlên mezin di encama van êrîşan de hate dayîn. Di şexsê leheng û sembolên berxwedana cewherî ya jinan şehîd Zeyeb Saroxan, Diya Hogir, Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr, Barîn, Zîlan, Bêrîvan ,Nagîhan, Delal, Sosin, Nûjiyan, Mizgîn Rojhilat, şehîdên Gurza Gelan , şoreşgerên pêşeng ên li Parîsê hatin qetilkirin Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî de em tevahî şehîdên xwe bi minetdarî bibîr tînin.”

 

Kongra Star diyar kir ku berxwedana jinan ya li tevahî cîhanê, bingeha xwe ji nerazîbûnên hişmendiya netew-dewlet digire û li ser vê bingehî têkoşîna jinan bê navber didome û got: ” Heta ku em mafên xwe yên xwezayî yên ku bi zorê ji me hatine standin bigirin, wê têkoşîna me bidome. Di 18’emîn salvegera rêxistina me Kongra Star de, dîsa bi helwesteke xurttir, îdîayeke bi hêzttir û hişmendiyeke xweparastinê, em ê projeya xwe ya ku armanca wê azadkirina tevahî jinan ji zilm û zordariyê ye û avakirina civakeke li ser hêmên demokrasî, azadî û wekheviya zayendane pêk bînin. Ev berxwedan encax bi hevgirtina jinan li tevahiya cîhanê  û bilindkirina asta têkoşînê pêkan e.”

 

Kongra Star destnîşan kir ku, di serdemek ku her diçe aloziya li Rojhilata Navîn mezin dibe de, wek rêxistinek jin bi rêxistinkirina jinan li tevahî qadan xebatên xwe pêk tînin û wiha got: “Di avakirina hişmendiya xwebûnê, azadîxwazî û xweparastinê de bi hemû rê û rêbazan me serkeftinên mezin bi dest xist. Her wiha li dijî her cure polîtîkayên serdestan me helwesta xwe nîşan da.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.