Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li hev kir

10/01/2023
in NÛÇE
A A
MSD û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li hev kir
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

 

MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê plana xebata hevbeş ji bo çareserkirina krîza Sûriyê eşkere kir û got, Gelek xalên hevbeş di nava MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê de hene û dê ew xal di qonaxa bê de bi awayekî pratîk pêk bên.

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê civîneke çapemeniyê li ser serdana dawîn ya di 27′ê Kanûna 2022′yan de û rêzecivînên di navbera her du aliyan de, li dar xist.

Di civîna çapemeniyê de, hevseroka MSD′ê Emîne Omer û sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî axivîn. Civîn li Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk a Qamişloyê hate lidarxistin.

Emîne Omer di derheqê civînê de wiha got: “Me gelek mijar û dozên girêdayî hemû sûriyan nîqaş kirin. Ji wan jî mijara gef, berjewendî û armancên dewleta Tirk ên hewldana dagirkeriya wê, mijarên girêdayî sûc û guhartina demografîk li Sûriyê, mekanîzmaya vegera hemû koçberan li herêmên xwe, hat nîqaş kirin.”

Emîne Omer wiha domand: “Me nêzîkbûna Sûriye-Tirkiyê ya bi navbeynkariya Rûsyayê û encamên wê yên ku xetereyên ewlehî çê dike, bêîstîqrariya li herêmê, astengiya çareserkirina krîza Sûriyê û gihandina ber bi çareyeke siyasî ji hemû aliyan re û êrişên terorê li herêmê, nîqaş kirin. Her wiha me kedên ji bo çareya siyasî li gorî biryarên navneteweyî, bi taybet biryara 2254′an jî nîqaş kirin.”

Emîne Omer wiha dawî li gotina xwe anî: “Gelek xalên hevbeş di nava MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê de hene û dê ew xal di qonaxa bê de bi awayekî pratîk pêk bên.”

Sekreterê giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê Aram El Domanî jî serkeftinên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got: “Ev serdan, piştî gelek hevdîtinên di navbera MSD′ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyê li Washingtonê û Ewropayê de pêk hatin. Di nava me de gelek armancên hevbeş hene. Ev serdan ji bo nasîna mekanîzmeya rêveçûna xebata rêveberiya sivîl de pêk hat. Me tecrubeya wê di van salan de li ser asta Sûriyê ji bo xizmetkirina şêniyan, belavkirina ewlehî û îstîqrarê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dît.”

El Domanî wiha pê de çû: “Armancên hevbeş ên me û MSD′ê ew in ku çareyên siyasî ji bo bidawîkirina azarên gelê Sûriyê pêk bên in. Îro gelê Sûriyê bi gelek astengiyan re bi rûb rû ye û ji destpêka civînên Astanayê de êrişên bi çek li herêmê pêk tên. Di encamê de guhartina demografîk li Sûriyê hat çêkirin, herêmên başûr radestî rejîma Sûriyê bûn û gelê wê koçberî bakurê Sûriyê bû.”

Aram El Domanî di dawiyê de spasiya MSD′ê li ser dîtina formeke hevbeş di navbera hêzên neteweyî yên demokratîk de ji bo pêkanîna çareyeke siyasî û guhartina demokratîk a li Sûriyê kir.

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.