Rojnameya Ronahî

HPG: Li Zapê 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Nûçeyan

 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  ragehand ku di encama çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de li Zapê 3 leşkerên artêşa Tirk yên dagirker hatin cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku di encama çalakiyên bibandor yên hêzên wan, li Zapê 3’ê leşkerên Tirk yên dagirker hatin cezakirkin û wiha got: “Hêzên me li herêma Zapê di çalakiyan de 3 dagirker ceza kirin. Artêşa Tirk a dagirker carekê bi çekên kîmyewî bombe li çeperên berxwedanê yên gerîla barand. Li pêşiya çeperên berxwedanê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û dûyê bi jehr ber bi çeperan ve şand. Di heman demê de bi dehan caran bi obus û çekên giran bombardûman kir.”

 

HPG’ê derbarê agahiya de wiha got: “Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, 9’ê Çileyê saet di 09:20 û 09:40’î de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin  Herwiha, 9’ê Çileyê saet di 11:00 de li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê tîmên me yên bi tevger carekê bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê da dagirkerek hate cezakirin”.

 

HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî wiha got: “9’ê Çileyê saet di 16:30’î de çeperên bexwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê carekê bi çekên kîmyewî hatin bombekirin. Di heman demê de li pêşiya çeperên berxwedanê malzemeyên plastîk û lastîkên wesayitan şewitand û dûyê bi jehr ber bi çeperan ve şand. 9’ê Çileyê Girê FM’ê û çeperên de çeperên yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya Amediyê bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.”