Fener…
Idrîs Henan
Xuyaye civîna herdu wezîrên parastinê yên faşîzma Tirk û rejîma Şamê li Rûsyayê, çeteyên ku hêkên xwe di selika Tirkiyê de kirine bi panîkê xistiye û şevpesta lihevkirina herdu rejîman dijîn. Tirsa wan a bingehîn ew e ku bibin qurbanê berjewendiya Tirkiyê bi rejîma Sûriyê re û Erdogan stûyê wan radestî werîsa sîdara Şamê bike.
Piştî ku hinek bertekên xwe li vir û li wir nîşan dan, berpirsên faşîzma Tirk diyar kirin ku tenê Tirkiyê siyaseta xwe destnîşan dike. Yanê bertekên li herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê derketine, paşguh dike û bi fermî jî jê re dibêje; hindek çeteyên me afirnadine nikarin bandorê li siyaseta me bikin.
Diyar e ew kesên deh sal in zêdetir îdîa dikin ku qaşo rikber û muxalefet in, tenê ezbeniyên ber deriyê faşîzma Tirk in. Xwefiroş û leşkerên bêpere yên bermahiyên sultanê nexweş in. Fena miriyê kevir li serî ketiye li wan hatiye û tevî hemû hişyariyan, naxwazin bi vê yekê îqna bibin. Ji ber ku di rehmê kurtêlxwariyê de hatine tîmarkirin, heya vê kêliyê jî bawer nakin ku metodekî kirêt û qirêj in ku bi destê wan tabloya civakî ya pirrengiya gelên Sûriyê hatiye reşkirin.
Helwest û nêzîkatiyên faşîzma Tirk, keda Rûsya, lihevkirinên bêdeng ên li başûrê Sûriyê û tiyatroya serçeteyê Alqayîde li Idlibê – Alcolanî, baş dirêsîne ka rewşa kesên vîna tayînkirina qedera xwe ji dest dane wê çi be? Pêşketin û daxuyaniyên kêlî bi kêlî yên hikûmeta AKP ku li ber ezmûna dawîn a hilbijartinan e, gelek eşkere destnîşan dike ku Erdogan ji bo parastina desthilata xwe û bidestxistina serketinek dîplomasî berî hilbijartinan, çi kiriye jî wê bike. Ji bona wê jî amade ye her tiştî bixe mijara bazarê ku kaxeza Sûriyê yek ji kaxezên bingehîn ên bi salan e li ser dilîze ye.
Qirecirên vir û wir jî bê mane û bê tesîr in. Aliyek li gorî pîvan û prensîbên ecîndeyên derneteweyî hatibe şuxlandin, bêguman, qet ne gengaz e ku xwedî vîn be. Di eslê xwe de, hebûnek çelûxwar ê li gorî daxwaz û berjewendiyan hatiye kedîkirin e. Lewre jî, çendîn qîr bikin û dixwaza zengilokê jî biçirînin, kesek wan nabîne û ne jî dengê wan tê bihîstin.
Kesên bi salan di bin silogana Tirkiyê ya ku parastina ewlehiya neteweyî de, li dijî gelên xwe şer dikirin û li rex desthilatê bûne sebeba mirina bi sedhezarên gelên Sûriyê, îro bi rastiya xwe re rû bi rû ne. Dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan, doza wan û berfirehkirina dagirkeriya xwe li herêmê, piştgiriya van girûbên xwefiroş kiriye û komên terorîst ên weke DAIŞ’ê û Alnusra hewandine û li dijî projeya çareserker bi rê ve birine. Di bin navê parastina gelê Sûriyê de, kînên xwe bi Kurdan re safî dikirin. Îro jî, piştî civîna li Rûsyayê, isbat bû ku Tirkiyê di oxira dijîtiya Kurdan de, hazir e her tiştî bike. Çi tişta heya roja îro jî hatiye gotin, derewek mezin û xeyalên donkîşot in. Ji xwe derewa mezin a li herêma Rojhilata Navîn, Tirkiyê û komara wê ya li ser temenê diziyê hatiye avakirin e. Bêkokî nikare xwedî li reseniyê bike. Tenê bêkok bi bêkokan re dikarin li hev bikin. Têgihaştin têra mirovê biaqil dike ku zanibe ka projeya kê li Sûriyê domdar û bi ser ketiye!






