Farûk Sakik
Hin nav û paşnav henin wateya xwe ji xwediyên xwe digirin. Ew nav bi wan re bi vateyek din tê şîrovekirin. Paşnavê Sakîne Cansiz jî wisa ye. Peyva ‘Cansiz’ di Tirkî de tê wateya , mirî, bêrih, qels. Lê ev peyv ev paşnav di kesayeta Sakîne de tê wateyek cûda. Dema ku digotin Sakîne “Cansiz” wek esas menaya wê nedihat berçavên tu kesî. Ev peyv bi sakîne re naverok û meneya xwe guhert û bû, qehreman, berxwêdêr, cesûr, zindî.
Çîroka vê jina şoreşger, bi naskirina Rêber Apo û hevalên wî dest pê kir. Di salên 1970 de, dema ku bihîst hin ciwan bi navê koma Apociyan bi rêxistin dibin, ji Dersîmê berê xwe da Enqerê û tevlî vê komê bû.
Dema ku li gundê Fîsê wê kongreya damezirandinê bihata lidarxistin, ji Apartmana Gunaydin bi Rêber Apo re ber bi vî gundî bi rê ket. Beşdarî vê civîna(kongreya) dîrokî bû.
Piştî kongreya yekemîn, jiyana xwe bi tevahî da têkoşîna xeta azadiya jînê. Hema bêje li hemû herêmên Kurdistanê geriya, xebatên xwe yên li ser jinan û partiyê domand.
Lê di derbeya leşkerî ya 1980’an de li Elezîz hat girtin û pêvajoya zîndanê, ango ya berxwedanê dest pê kir. Pêvajoya tifkirina rûyê celat Esat Oktay Yildirim; pêvajoya ku dengê berxwedana wê derbasî derveyî dîwarên zîndanan bibe, dest pê kir.
Li zîndanê rojek ji Esat Oktay Yildirim re wiha gotibû: “Ez Sakîne Cansiz im, ez şoreşger im û PKK’yî me, ne ji mirinê, ne ji îşkenceyê û ne jî ji heqareta leşkerên te ditirsim. Vê yekê wisa bizane!”
Ji hejmara 5’an a zîndana Amedê, berê xwe da çiyayên azad. Cihê ku dixwest li wê derê bû û li vê derê dîrok hem dinivîsî hem jî di afirand. Vê carê destana tolhildana salan dinivisî.
Sal derbasbûn û êdî di nav civaka Kurdan de wek efsaneyek bû. Lehengî û berxwederiya wê li her deverî belav bû. Li qada gerîla jî wek efsaneyek dihat nasandin. Di perwerdeyan de berxwedana wê dihat vegotin. Şehîd Evîn Goyî, herî dawî di sala 2002’an de li Qendîlê di kongreyê de Sakîne Cansiz dîtibû. Demek dirêj jî bi hev re mabûn. Evîn Goyî, piştî şehadeta Sakîne Cansiz di hevpeyvînek xwe de wiha digot: “…Cara yekem li Heftanîn in ew dît. Di destpêkê de me bawer nekir ku ew e. Me cesaret nekir ku em nêzî wê bibin. Ji ber ku ew ji bo me efsaneyek bû. Destpêkê de me ew ji dûr ve şopand. Ka çawa diaxive, çawa dimeşe, bi însanan re çawa dide distîne. Bes bi tenê me ji dûr ve li wê nêrî…”
Dijmin ji roja ewil heta roja dawî ew taybetmendî û efsanetiya wê dîtibû,lewma ew xistibû hedefa xwe.
9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê bi awayekî hovane, bi fêlbazî û bêbextî ew û du hevalên wê ji aliyê dijmin ve hatin şehit xistin.
Di sala 2006’an de Sakîne ji bo ku kurdan li cîhanê bide nasîn, xebatên avakirina weqfek dimeşand. Di demek wiha de Xalis Kaygalak ji wê re dibêje; divê em li ser nave te ‘weqfa Sara’ ava bikin. Wek Rosa Luxsenbûrg tu jî ji bo kurdan pir girîngî. Sara bersivek wiha dide: ‘Çima wê min jî bikujin? ( Rosa Lûxsenbûrg jî di 19 Çile 1919’an de li Berlînê tê qetilkirin û piştre li ser navê wê weqfek tê avakirin) Û Sakîne Cansiz şehîd ket. Kurd ji wê re ji bo gelek tişt deyndar in.






