Friday, July 17, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

ŞEVA WIJDANÊ; WÎSAMÊ DILQERISÎ!

08/01/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan CIZÎRÎ

De were rojên sir û seqema çilê zivistanê mirov ji agir mehrûm be! Jan bide dilê te û tiştek nebe tu xwe pê germ bikî! Û qerîsek lingê te wek qeşayê bicemidîne, dest û dilê te bitevizîne, lê çareyeke te nebe! Ji taya sermayê xewa te neyê û hemû rayên canê te bêruh bimînin!

Li ber mirina Wîsam Sîdo yê ji ber sir û seqemê, nebûna pêdiviyeke agirkirinê jiyan bû, gelo kî karî wê şevê xew bike, kîjan mêjî rihet kir û bi germî xwe li nav nivînên xwe pêça!? Artêşa ne-mêran a Şamê ya rê nade Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê mazotê ji gelê me yê Şehba û Şêxmeqsût re bişîne, hezar dek û dolabên dijminane li ser gelê me dimeşîne, bila êdî ji mirovbûna xwe şerm bike ku piçek hest û rûmet li cem wana mabe! Ew kujerên xedar, parsek û bê wijdan ên Wîsamê 4 salî, mohra xwe li binê kuştina zarokên me Kurdan dan. Vêca wê bi çi rûyî, bi çi exlaqî bên û pêl axa Rojava ya bi xwîna hezaran keç û xortên me yên leheng pîroz bûyî, bikin? Hukûmeta Şamê ya vê zilmê li gelê me dike, gelo difikire êdî wê çawa ew dayîk û bavê birîndar deriyê xwe li wan veke? Wê bi çi rûyî derkevin pêşberî tevahî gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyê? Wekî vê gelek pirs hene ku, bêbersiv dimînin.

Gelê Şêxmeqsûd û Şehba bi wateya rast îro berxwedaneke dîrokî raber dikin. Berxwedana Şêxmeqsûd û Şehbayê belkû bi van bûyerên jandar dilê me diêşîne, lê vîna serkeftinê, hêviya Kurdistana Azad xurt dike. Lewre em wek jin û gelê Kurd dizanin roj ne roja girêdana şînê ye; roj roja bilindkirina têkoşînê ye, roj roja piştgiriya civakî ye, roj roja berxwedana dîrokî ye. Erê kesera dayîk û bavê Wîsam bû xema Kurdistanê, lê heqîqetek jî eşkere kir ku, ger em bi hemû hêz û hebûna xwe vê mecala Şoreşa Azadiyê ya Rojava negihînin serî, serpêhatiya bi hezaran Wîsaman li ber derî ye. Lewre, ji bo êdî Wîsamên nû ji vê zilmê rizgar bibin, di nava bêçaretiyê û bindestiyê de jiyana xwe ji dest nedin, ji mafê jiyaneke azad bêpar nemînin, şertê esasî bilindkirina têkoşîna azadiyê ye. Barê li pêş me giran e elbet, lê rûmet û nirxê wê yê dîrokî, civakî ji nivîna nav lihêfên germ a sernizm hezar qatî çêtir e.

Heqîqet ev e ku, tu welatekê heya serxwebûna xwe bi dest xistiye bi rihetî ev pêvajoyên berxwedanê derbas nekirine. Car hebûye welat wêran û kavil bûne, kevir li ser kevir nema ye. Lê hêza berxwedêr a civakî taliya talî berê serkeftinê bi aliyê xwe de daye û cihê xwe di nav rêza gelên serfiraz de daniye. Lewre bersiva Wîsaman, ji bo avakirina welatek azad û demokratîk êdî bûye sonda me tevahî jin û dayîkên Kurd. Em xwediyên jiyanê ne, em xwediyên azadiyê ne, em xwediyên Wîsaman e. Di vê wateyê de jinên bi dirûşmeya “JIN, JIYAN, AZADΔ meydanan tijî dikin hêviya xweşiyê, hêviya starê ji tu kesî nakin, ji ber ew bi xwe hêza çareseriyê ne. Û mifteya serkeftin û serfiraziya civakî jî, îro di destê van jinên serhildêr de ye.

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.