Navenda Nûçeyan
Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kirî, tevî hemû hewldanên ji bo tepisandina serhildanê jî di roja xwe ya 112’emîn de didome.
Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kirî, rejima Îranê ya diktator ji bo tepisandina serhildana ku li seranserê welat belav bûye, serî li her cure êrişan dide. Lê, xwepêşandêr li dijî wan zextên rejîmê jî berxwedana xwe didomînin û ev berxwedana bê hempa 112 roj li pişt xwe hişt.
Malbata 15 girtiyên siyasî çalakiya rûniştinê li dar xist
6’ê mehê, 15 malbatên girtiyên serhildana “Jin, Jiyan,Azadî”, ji bo şopandina rewşa zarokên xwe di greva birçîbûnê de li ber girtîgeha Kachuî ya bajarê Karajê kom bûn.
Li gor agahiyên hatin destxistin, girtiyên bi navê Elham Mosleh Heyderzadeh, Nîlûfer Shakerî, Marzieh Mîrghasemî, Shahrzad Derakhshan, Fatemeh Nazarînejad, Hamîdeh Zareî, Armîta Abbasî jî di nav de ne, ji bo şermezarkirina berdewamkirina rewşa girtin û diyarnebûn û lêpirsînkirina dozan û nebûna lêpirsîna dozan, dest bi greva birçîbûnê kirin.