Rojnameya Ronahî

Gerîlayan derbên giran li dagirkeran xistin

 

Navenda Nûçeyan

HPG’ê ragehand ku gerîlayên Azadiyê li Zap, Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê FM, derbeyên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin û got, Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî êrşî qadên berxwedanê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragehand ku tîmên wan yên gerok li Zap, Xakurkê û Qada Berxwedanê ya Girê FM bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî herêma Çemço ya girêdayî navçeya Şêladize ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî bombebaran kir, di heman demê de qadên gerîla bi dehan caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin.

 

HPG’ê da xuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de li herêma Zapê, di 6’ê Çileyê de danê nîvro li derdora herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyeyê tîmên wan yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan. HPG’ê herwiha da zanîn ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê, di 6’ê Çileyê de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn tîmên wan yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

HPG’ê ragehand ku di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de, di 5’ê Çileyê de saet 14:45’an de li Qada Berxwedanê ya Girê FM tîmên wan yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker

HPG’ê derbarê êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye, wiha got: “Di 6’ê Çileyê de çeperên berxwedanê yên gerîlayan ên nêzî herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyê bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin. Herwiha di 26 û 31’ê Kanûnê û 4’ê Çileyê de herêmên Şukê û Sitûnê yên Avaşînê 5 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê  da zanîn ku di 5 û 6’ê Çileyê de Girê Şehîd Kamûran û Geliyê Lolan ên Xakurkê, Qada Berxwedana Girê FM û çeperên berxwedanê yên gerîla yên nêzî gundê Sîda û herêma Çemço ya Şêladize ya navçeya Amediyê bi dehan caran bi hawan, obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.