Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star: Em ê bi misogerkirina Şoreşa Jinî tolê rakin

07/01/2023
in NÛÇE
A A
Kongra Star: Em ê bi misogerkirina Şoreşa Jinî tolê rakin
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

 

Kongra Star şhîdên Komkujiya Parîsê ya 9’ê Çilya 2013’an bi bîranîn û got, em ê tola xwe bi mîsogerkirin û bilind kirina şoreşa jinê bigrin.

 

 

Bi wesîleya  salvegera 10’emîn a şehadeta Sakîne Canisiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez,Koordînasyona Kongra Star daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Kongra Star di daxuyaniya xwe de şehîd komkujia Parîsê bibîr anî û got: “10’mîn salvegera komkujiya Parîsê de em şehîdên xwe yên nemir Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Doğan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) bi minetdarî bi bîr tînin, bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em dewleta Tirk a qirker û hêzên komploger bi hêrs û nefret şermezar dikin û soza tolhildana şehîdên xwe dubare dikin.”

’

’Ji bo berjewendiyan li ser heqîqetê tê girtin’

 

Kongra Star diyar kir ku li ser komkujiya Parîsê 10 sal derbas bûye, lê edalet nehatiye pêkanîn û wiha dewam kir: “Qetlîam ji aliyê dewleta Fransa nehatiye ronî kirin. Şûna ku hêzên li pişta vê komkujiyên hov werin tespît û ceza kirin, bi navê siriyeta dewletê û berjewendiyên navdewletî ser heqîqatê tê girtin.”

 

’Kujer dewleta Tirk e, MÎT e’

 

Kongra Star da xuyakirin ku divê Fransa sûcdarên komkujiyê eşkere bike û got: “Ji ber ku komkujiya 9’ê Çile nehatiye ronî kirin, di 23’ê Kanûna 2022’an de komkujiya 2’mîn a Parîsê hate jiyan kirin. Ev jî berpirsiyariya Fransa carek din bi pêş çavan dixe. Di her du komkujiyên Parîsê de kî pêl tetikê kiribe jî kujer dewleta Tirk e, MÎT e. Lazim e Fransa jî sûcdarên esasî derbixîne holê, bidarize û ceza bike.”

 

’Armanc tesfiyekirina şoreşa jinê ye’

 

Kongra Star da xuyakirin ku bi komkujiya Parîsê dewleta Tirk a faşîst pêvajoyeke nû li hemberî tevgera jin daye destpêkirin û wiha got: “Komkujiya Parîsê di pêvajoyeke ku bi pêşengtiya jinê li Rojavayê Kurdistanê şoreşeke nû hilbirî, pêkhat. Ji bo tasfiye kirina şoreşa jinê biryarê qetilkirina  pêşengên jinê girtin. Di çarçoveya vê konseptê bi dehan jinên pêşeng û şoreşger ji aliyê dewleta Tirk ve hatin şehîd xistin.”

 

’Em ê tola xwe bi bilindkirina şoreşa jinê bigrin’

 

Koordînasyona Kongra Star diyar kir ku ew ê tola xwe bi mîsogerkirin û bilindkirina şoreşa jinê bigrin û wiha got: ” Bersiva me ji bo bîranîna şehîdên xwe bilindkirina têkoşînê heya serkeftinê ye. Wek tevgera azadiya jin Kongra Star em şehîd xistina pêşengên xwe tu car qebûl nakin, efû nakin, ji bîr nakin. Hesabê wan sûcên navnetewî teqez bê pirsîn. Emê tola xwe bi mîsoger û bilind kirina şoreşa jinê bigrin.”

 

 

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.