Rojnameya Ronahî

Divê hikumeta Şamê dorpêça li ser Şehba rake

 

SOZDAR DEMÎR

Ev demeke gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û koçberên Efrînê û herêma Şehbayê di bin dorpêçek girankirî dene. Li kêleka êrişên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê de xelkên van herêman ji ber ambargoya giran a ku hikûmeta Şamê li ser van herêman ferz kiriye, zehmetiyan dibînin. Gelê van herêman ji ber nebûna xaz û mazotê zehmetiyên pir mezin jiyan dikin. Ev tax û herêm reş û tarîne, dibistan hatine girtin, nexweşxane êdî ji ber ku derman tunene hêdî hêdî ji xizmetê derdikevin, weke ku li ser medya dijîtal ew zarokê biçûk ku ji ber bêhn tengiyê li ber jeneretorekê cihazê nefesê pê girêdabûn û wisan nefes digirt, ev dîmen ne dîmenek ji rêzê bû. Duh dîmenên wî zarokê ku ji Şehba û îro jî li taxa Şêxmeqsûd ya Helebê zarokê 4 salî yê bi navê Wîsam Seydo ku jiyana xwe ji dest da. Li beranberî van azar û nexweşiyên ku gel dikşînin de hikûmeta Şamê di dorpêça li ser van tax û herêman de bi israr e.

Îro gel rû bi rûyê zehmetiyên pir mezin tên. Qaşo yên dibêjin em yên mafên mirovanin li ku derên in? Evqas êriş û binpêkirinên li Efrînê tên kirin ne bese ku bi hezaran kes koçber bûn, ew jî nebes bû çima evqas dorpêç? Gel êdî tiştekê ku bişewitînin nemaye di vê sir û seqema zivistanê de gel li ber xwe didin, êdî li ser van tax û herêman mirinê destpêkiriye ger ku hikûmeta Şamê dawî li vê dorpêçê neyne wê mirin zêdetir bibin dîsan yên herî di van dorpêçan de zirarên mezin dibînin jin û zarokin.

Pêwîste hikûmeta Şamê demildest dawî li vê dorpêçê bîne, heger ku  hikûmeta Şamê dawî li vê dorpêçê neyne wê pêşî li karasatên mezintir vebe, wê jimara kesên jiyana xwe ji dest didin zêdetir bibe û nexweşî jî zêdetir bibe.

Îro roj jiyana bi hezaran kesî ji ber vê dorpêçê di nava man û nemanê de ne. Yên ku dibêjin em însanin û mafê mirovan diparêzin bila ji bo herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê gavekê biavêjin. Ji bo rakirina dorpêçê ya li ser van herêman ewqas bang û meş hatin kirin jî lê hîna jî hikûmeta Şamê di dorpêçê de bi israre û îro roj jî ev herêm di bin êrîşên dewleta Tirk de li ber xwe dide.

Heger hevkariya hikumeta Şamê û dewleta Tirk nebuya bê guman ev pîlan li ser heremê pêknedihatin. Bi van politikyan dixwazin gelên heremê bê vîn û bê îrade bihêlin. Ji xwe em dizanin ku ev 10 salin delweta Tirk pilana ku destekftiyên şoreşa rojava têk bibe û hewil dide dagirkeriya xwe li ser axa sûrî serwer bike. Ji ber ku bi desteka hêzên navnetewî Efrîn dagir kir. Cerablus, Bab,Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir. Wexta ku em van pîlanan dînêrîn, em dibînin ku dewleta Tirk hebuna gelên Sûrî naxwaze. Di van salên dawî de hat fêmkirin ku hikumeta Erdogan hemî derfetên dewletê bikar anî û dixwaze deskeftiyên Kurdan tasfîye bike.