Rojnameya Ronahî

Daxwaz û hêviyên welatiyên Qamişlo di sala nû de

 

Rojbîn Zagros/Qamişlo

Salek bi dawî bû û salek nû hat, bi vê peyamê welatiyê bajarê Qamişlo hêvî û daxwaz kirin ku, ewlehî li seranserê Cîhanê çêbibe, şer raweste û gelên azadîxwaz bighêjin aştî û azadiyê.

Sala 2022`an bi dawî bû, welatiyan sala nû ya 2023`yan pêşwazî kirin, herwiha rûpela sala borî girtin, rûpelek nû vekirin û bihêvîne ku di vê salê de bighêjin aştî û azadiya ku bi  sala ye ji bo wê li ber xwe didin û têkoşînê dikin.

Xewn û xeyalên welatiyan di sala nû de mezintir dibin. Li bakur û rojhilatê Sûriyê tevî ku di van çend salên dawî de gelek êriş, koçberî, şehîd û birîndar çêbûn, herwiha zehmetiyên herî giran hatin kişandin, lê li kêleka wê gelên herêmê bi vîn û îradeya xwe ya xurt gelek destkeftiyên mezin jî bi dest xistin. Herwiha di van çend salan de bi taybet di sala 2022`an de dagîrkeriya Tirkî çiqas êrîş dikr û hewil dida ku gelên herêmê bê vîn bihêle, lê nikarîbû xwen û xeyalên gelên herêmê winda bike. Lewra her çiqas êriş dihatin kirin û zehmetî dihatin kişandin, her xwen û xeyakên welatiyan li hember vê mezintir dibû. Heta niha jî û bi derbasbûyîna sala nû re hêvî û xeyalên welatiyan nûtir û mezintir dibe.

Derbarê mijarê de welatiyên bajarê Qamişlo dan zanîn ku sala 2023`yan dê bibe sala azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina tevayiya deverên dagîrkirî û vegera koçberan li warê xwe. Herwiha azadiya tevayiya gelê bindest û azadîxwaz.

`Salek tijî sûcên dagîrkeriyê bû`

Welatiyê bi navê Mûfîd Elhisên behsa sala derbasbûyî ya 2022`an kir û wiha got: “Sala çûyî bi xwîna mirov û zarokên bêguneh tijî bûbû. Herwiha welatiyên herêmê gelek êş û zehmetî kişandin. Rojane êriş li ser herêmên me dihatin kirin. Dagîrkeriya Tirk bi tang û topên herî giran û balafirên xwe yên bê mirov êrişî welatiyên herêmê dikir. Herwiha me gelek şehîd dan û bi hezaran birîndarên me jî çêbûn. Dilê gelek dayîkan hat şewitandin. Em dikarin bêjin ku, sala 2022`an Salek tijî sûcên dagîrkeriyê bû, lê wek gelê herêmê ti çarî em ji ber êrişan bi paş ve neçûn û me hêviyên xwe yên serkeftin û azadiyê qut nekirin.”

`Em bihêvîne ku sal nû bibe sala ewlehî û aramiyê`

Mûfîd di berdewamiya axaftina xwe de vê yekê anî ziman: “Hêviya me bi sala nû mezine, ku bi rêya bilindkirina asta têkoşînê, Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî azad bibe û dagîrkerî bi dawî bibe. Herwihsa sal nû bibe sala ewlehî û aramiyê ji tevahiya gelê herêmê re.”

Mûfîd Elhisên di dawiya axaftina xwe de got, em hêvîdar in ku sala nû bibe sala serkeftin û hevgirtina hemû pêkhateyan û têkbirina siyasetên dijber ên qirkirina gelên azadîxwaz

Welatiya bi navê Raîfa Osman jî sala nû li hemû pêkhateyên herêmê pîroz kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala nû de hêviyên me ew in ku tevayiya gelê herêmê bi ewlehî, hezkirin û hevaltiyê bi hev re bijîn û kîn û nefreta di nav xwe de jibîr bikin. Herwiha got, daxwaza min ew e ku sala nû bê êş û ziyan derbas bibe û û ji êşên me yên sala cûyî re bibe derman.”

`Em ê têkoşînê xurttie bikin û parastina destkeftiyên xwe bikin`

Raîfa got, di sala borî de gelek destkeftî hatin bidestxistina û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Di sala nû de jî em hêvîdar in dagirkeriya li ser xaka me bi dawî bibe. Herwiha  sala nû bibe sala serkeftin û hevgirtina pêkhateyan. Wek pêkhate û gelê herêmê emê di sala nû de têkoşînê xurttie bikin û parastina destkeftiyên xwe bikin.”

Raîfa Osman di dawiyê de bang li civaka navneteweyî  û rêxistinên mirovî kir ku ne weke temaşevan bimînin, lê belê rola xwe ya mirovî bilîzin û zext li Tirkiyê bikin ku êrişên xwe yên bê serûber bisekinînin. Da ku welatiyên herêmên Bkur û rojhilatê Sûriyê li ser xaka xwe bi ewlehî jiyan bikin.