Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​ HREʹyê: 204 dagirker hatin kuştin

04/01/2023
in NÛÇE
A A
​​​​​​​ HREʹyê: 204 dagirker hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragehand ku di encama çalakiyên wan yên 2022an de, 204 dagirker hatine kuştin û 139 dagirker jî birîndar bûne.

Hêzên Rizgariya Efrînê( HRE ) bi daxuyaniyekê bêlançoya 2022’an ragehand.

HRE’yê di daxuyaniya xcwe de diyar kir ku di sala 2022ʹyan an de êrişên artêşa Tirk û komên çete bi awayekî dijwar dewam kirin û wiha got: “Piştî ku Efrîn hat dagirkirin, gelê me yê ku ji cih û warê xwe koçber bû, her roj bi êrişên dijwar re rû bi rû ma. Artêşa Tirk û komên çete ku tu qanûnên şer nas nakin, li hember gelê me her cure êrişên dijmirovî kirin. Di heremên dagirkirî de jî mirovên welatparêz û birûmet rastî her cure kuştin, revandin û îşkenceyan hatin. Dîsa ji bo guherandina demografiya heremê polîtîkayên qirêjî yên dewleta Tirk di sala 2022ʹyan an de jî dewam kir. Li gel guherandina demografiyê, ne tenê mirov, erdnîgariya Efrînê jî gelek caran bû armanca êrişan. Artêşa Tirk û çeteyên wê ne tenê dijminê gelê heremê ye, di heman demê de dijminê xwezayê ye jî. Di encamê topbaranên ku êdî di heremê de bûne rûtîn de, xwezayê heremê zirarên mezin dît. Li kêleka wî, çeteyên diz û talanker ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî, daristanên heremê tune kirin.”

 

HRE’yê ragehand ku li di nav sala 2022ʹyan de çalakiyên wan yên tolhildan û bersivdayinê jî bi awayek xurttir dewam kirin û wiha dewam kir: “Di sala 2022ʹyan de, êrişên topbaranê ya artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê bê navber dewam kir. Seranserê salê heremên me 27 hezar û 498 caran bi obus, havan û tankan ve hatin topbarankirin. 18 caran êrişên balafirên şer û 13 caran jî êrişên bi dronan çêbûn. Di encama van êrişan de yek jê zarok, 7 welatiyên sivîl şehîd ketin, 10 jê zarok 44 welatî jî birîndar bûn. Di sala 2022ʹyan de, li hember artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê 70 çalakî hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de 20 polîsên taybet (PÖH), 72 leşkerên artêşa Tirk û 112 çete hatin kuştin û 16 polîsên taybet, 67 leşker û 56 çete jî birîndar bûn.”

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) da xuyakirin ku di sala 2022ʹyan de 19 hevrêyên wan gihaştin şehadetê.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.