Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kongra Star: Divê êrîşkar werin darizandin

04/01/2023
in NÛÇE
A A
Kongra Star: Divê êrîşkar werin darizandin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Kongra Star bi daxuyaniyekê êrişa li ser jina ciwan a li Silêmaniyê pêk hat şermezar kir. Herwiha  bang li rêxistinên jinan kir ku ji bo guhertina hişmendiya zayendperest têkoşînê bilindtir bikin û got, divê êrîşkar werin darizandin.

Di 31’ê Kanûna 2022’an de li taxa Hîwane ya bajarê Silêmaniyê dema ku jineke ciwan çû galeriyên wesayîd û motosikletan, komek ciwanan êrişî wê kirin û hewil dan wê qetil bikin.

Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de daxuyanî da

Kongra Star di daxuyaniya xwe de got, di dema ku dirûşma Jin jiyan azadî dibe dirûşma tevahî cîhanê ji cinsiyetperestî, nijadperestî û zordariyê êrişek wiha pêk hat, her wiha di dema ku di vê serdemê de jin pêşengiyê dikin û di qada şoreşê de li Rojavayê Kurdistanê jinan şoreş bi rêve dibin û li dijî DAIŞ’ê şerekî mezin dane meşandin de bûyerên wiha cihê mixabiniyê ne.

Kongra Star diyar kir ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê jinan ji bo têkoşîna xebatên xwe domandin loma jî gelek pêşengên jin hatin hedefgirtin û wiha dewam kir: “Sala 2022’yan de ku weke saleke bi polîtîkayên qirkirinê ket dîrokê, bi hemû awayan û hemû rêbazan jin hatin hedefgirtin. Dîsa li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de, serhildan zêdetirî 3 mehan e berdewam dikin. Ev serhildan ji bo têkbirina hişmendiya baviksalariyê, têkbirina, netew-dewletê, olperestî û nijadperestiyê didomin. Tevî vê yekê jî rojane li hemberî jinan kiryarên xirab diqewimin. Weke bûyera ku beriya çend rojan li Silêmaniyê rûda ku 7 zilaman ku êrîş birin ser jinek ket medyaya dîjîtal.

Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûyera li Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û wiha got: “Divê êrîşkarên ku ji aliyê asayîşa Silêmaniyê ve hatine binçavkirin, werin darizandin. Ji bo ji her kesê re bibe mînak û mafên jinan bi zagon û qanûnan were parastin. Her wiha banga me ji bo tevahî rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê ew e ku di aliyê guhertin û veguhertina hişmendiya zayendperest de têbikoşin û roleke mezintir bilîzin. Dîsa em dibêjin pêvajoya jin jin azadî dest pê kiriye û em ê vê meşa bi heybet berdewam bikin heya serkeftin û azadiya tevahî civakê û têkoşîna me dê bi hevgirtina jinên cîhanê  bigihîje armanca xwe.”

 

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.