Fener…
Idrîs Henan
Di nav rewşeke siyasî, aborî û leşkerî yê tevlihev de, hêzên serdestiyê ku qonaxeke nû ya sedsala desthilatdariyê dîzayîn dikin, ji nû ve hewl didin Kurdan di çala bindestî û mêtingeriyê de bihêlin. Lew re; her derê bazarên kirîn firotinê hebin, mirov dibîne ku Kurd madeyek bingehîn ê bazarê ne. Kirîz û maseya wan li kuderê dibe bila bibe, ferq nake, her Kurd ecîndeya wan a bingehîn e.
Di vê çarçoveya dermirovî de, lîder, pêşeng, hunermend, rewşenbîr û welatparêzên me tên hedef girtin ku civakê weke masiyê bê av bihêlin û piştre bi yek derbê pergende bikin. Li ser van hesabên mêtingeriyê, hemû aliyên hevakarên hegemoniyê, bi rengekî ji rengan, hem fikir in. Ji ber wê ye jî, li kuderê bandor û tesîrek birêxistibûna Kurdan hebe êriş dikin û hewl didin modela ku felsefeya Kurd a nûjen afirandiye ji nav bibin û tenê modela dane tivîkirin hebe.
Hemû êrişên li ser hebûna Kurd, li her çar beşên Kurdistanê û derveyî welat, di vê çarçoveya tunebûnê de pêk tên. Ji ber vê jî, çiqas cureyên çekên qedexekirî û kîmyawî hebin, li ber rûyê cîhanê, li dijî vîna Kurdan pêk tînin. Bêdengiyê paralelî van êrişan derdikeve jî, ne rasthatinek, lê belê itîfaq û rêdanek têkbirina narvîna Kurd e.
Îro li Fransayê sînaryoya Sara, Leyla û Fîdanan dubare dibe û carek din Kurd dibin mexdûrê wan itîfaqên reş ên paş dîwaran hatine hûnandin. Lê îro ji berê zêdetir Kurd hişyar e û dê hesêb bixwaze. Aliyek din ve, Fransa ji her wextê zêdetir mecbûr e ku isbat bike; ti têkîliya wê bi vê bûyerê re nîne. Her wiha xwedî wê berpirsyariyê ye ku mijarê nexe oxira berjewendiyên xwe yên siyasî. Ji xwe daxwaza Kurdan û tevgerên pêşeng ew e ku rewş ji hev zelal bibe û Fransa bi sernavên nijadperestiyê dozê nenixumîne û xwe sûcdar nehêle. Êdî ew dema ku têkîliya Istixbaratî ya Tirk ji bûyerê were veşartin qediyaye, ne Frasna û ne jî aliyek din dikarin wê yekê veşêrin.
Di destpêka bûyerê de hêzên polîsên Fransayê, bi rêbazên şîdeta li dijî xwepêşandêran dane meşandin, hewl didan delîlên bûyerê ji holê rakin. Lew re jî bi tundî, bi gaz û mertalan êrişî gelê me yê hêrsbûyî dikirin. Piştî demekê bi gotinên Wezîrê Karê Hundirîn re ev yek eşkere dibe ku reftar û şêwazê êrişa polîsan rexne dike.
Helwesta gelê ku xwedî li cenazeyên xwe derdiket, projeya polîsan têk bir û plana dihat sazkirin ji nav bir. Lew re wezîrê Dadê delegesyona Kurdan qebûl û pêşwazî dike û li xwe mikur tên ku Kurd gelekî rêxistinkirî ye û dikare ewlehiya xwe biparêze. Li Kuderê be jî Kurd ne dijminê ti kesekî ye, lê gelek girîng e hikûmeta Fransa gel bide iqnakirin ku ne di nava vî karî de ye. Ew mejbûrî vê yekê.
Xaleke din a girîng a vê tabloyê jî ew e ku; pêwîste ev doz veguhere dozeke navdewletî û tenê di sînorên Fansayê de nemîne ku li gorî hinek berjewendiyan bête vesazkirin. Çawa ku doza Kurd dozeke navneteweyî û her kesî eleqedar dike, çi kêşe, bûyer, nêzîkatî û destwerdana li ser îradeya wî jî were kirin, dozekên navnetweyî ne. Dozeke têkildarî siyaseta hemû aliyan e ku bê çareserkirina wê û sizakirina sûcdaran, îmkan nîne kirîz û kaosên heyî bên çareserkirin. Berovajî; wê mezitir û berfirehtir bibin.






