Farûk Sakik
Dewleta Tirk a dagirker, di van salên dawî de, di siyaseta xwe ya dijminatiya Kurdan de derbasî merhaleyek nû bû. Dema ku di êrişên xwe yên dagirkerî an jî tunekirinê de encam negirt serî li cûreyek dijminatiyê ya din da; Êşandina Kurdan.
Dema cîhan amedekariya saleke nû dikir û Kurdan jî amadekariya bîranîna komkujiya Parîsê ya 2013’an dikir, li Parîsê xebera komkujiyeke din hat. Bi komkujiya ku 3 kurd hatin şehîdxistin, dilê kurdan carek din êşiya.
Dijminê kurdan serî li hin komkujiyên wisa dide dixwaze bi tenê kurdan biêşîne. Li Parîsê Kurd êşiyan. Meş li Parîs hatin lidarxistin û Kurdan doza edaletê kirin. Dema ku meşê de hin bûyer qewimîn, hin kes bê wijdan û bêexlak, 3 şehîdên me ji bîr kirin û behsa texrîpkirina 10 cm asfalt kirin. Di wê meşê de kurdan çi dixwest pirs nekirin.
Em bi bîr bixin doz û xwestekên Kurdan çi ne: Komkujiya Parîsê ya yekem bi her awayê derket holê ku dewleta Tirk ev komkujî pêk aniye. Divê dewleta Tirk were mehkûmkirin.
Divê, PKK ji lîsteya reş were derxistin. Êrîş û zextên li ser siyasetmedar û saziyên kurdan werin rawestandin.
Divê, statuya Rojava ya xweseriya demokratîk ku bi bedelên mezin bidestketî were nasandin û parastin.
Bi gelek belge û delîlan hat îspatkirin ku dewleta Tirk li hemberî kurdan çekên kîmyevî bi kar tîne. Divê ku dewletên Ewropa midaxle bikin da ku çekên kîmyewî li Kurdistanê neyên bikaranîn. Û dîsa divê dewleta Tirk ji ber sûcên xwe yên şer li ‘dadgeha sûcên şer’ were darizandin.
Di komploya navnetewî de rol û rûreşiya dewletên Ewrûpa heye. Ji bo paqijkirinvê rûreşiya xwe divê demildest tecrîda li Îmrali were rakirin û Reber Apo azad bibe.
Kurdan mirovahî ji DAIŞ’ê rizgar kir. Kurdan dawî li teqînên li Parîs û deverên din anî. Hûn ji wan Kurdan re deyndar in. Îroj dewleta Tirk bi balafirên şer êrişî wan Kurdên ku we parastine dike. Divê ku qada hewayî ji êrişên dewleta Tirk re were qedexekirin. Hûn bixwazin dikarin pêşî li vê yekê bigirin.
Û ya herî girîng Komkujiya 23’yê kanûna 2022’yan di warê edaletê de, aqûbeta komkujiyên din e jî, ji bo delîl û belgeyên komkujiyê neyên wendakirin divê tedbîran bigirin.
Heger hûn van yekan pêkneynîn, bizanibin ku ev car Kurd wê êşa xwe veguherînin tolhildanê.
Piştî komkujiya dawî, gerîla li rextê xwe jarjorek zêde kir. Ji dagirkeran tolê bigire.
Kurdên li Ewrûpa jî, li her qadên jiyanê dozaja têkoşîna xwe zêde kirin. Ji bo ku vê bêdengî û xemsariya Ewropa berteraf bikin, êdî weke berê li benda edalet û hiqûqa Ewrûpa nemînin, xwebiparêzin û di têkoşîna xwe de israr bikin.
Dewletên Ewropa bi Peymana Lozanê axa me parve kirin. Piştî peymanê hatin li welatê me bi cîh bûn û bi salan dewlemendiyê me girtin birin Ewropa. Dema ku çûn jî, me di nav lepê 4 dagirkeran de hiştin. Dagirkera zilm kir û Kurd jî koçî welatê we kirin.
Ji bo vê yekê mafê kurdan heye wan mijarên min li jor rêzkirin ji dewletên Ewropa bixwazin.
Hûn çima kurdên xwe spartine welatê we naparêzin? Piştî ku hatin qetilkirin jî, hûn çima edaletê pêk naynin? Ji bo vê yekê kurd bihêrs in û bi israr doza edaletê dikin.
Evcar em ê destûr nedin ku hûn Kurdan bikin qurbana, berjewendiyên xwe yên siyasi, aborî û dîrokî yên bi dewleta Tirk re. Kurd piştî her komkujiyê diha zêde bi hirs dibin û vê hêrsa xwe jî vediguhêrînin têkoşînê.






