Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelek kesan ji bo şehîdên Parîsê nimêj kirin

02/01/2023
in NÛÇE
A A
Gelek kesan ji bo şehîdên Parîsê nimêj kirin
Share on FacebookShare on Twitter

 

Li mizgeftên girêdayî Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) bi hezaran kes ji bo şehîdên Parîsê nimêj kirin.

Li Ewropayê nêzî 50 mizgeftên girêdayî Civaka Îslamiya Kurdistanê (CIK) hene. Ji bo şehîdên Parîsê li hemû mizgeftên girêdayî CÎK’ê nimêja cinaze hate kirin. Bi hezaran kes ji bo şehîdan hatin cem hev.

Mele Eşref li Mizgefta Saîdê Kurdî ya li Bremenê nimêj da destpêkirin. Mele Eşref ji ajansa me re axivî û got, “Em li hemû mizgeftên xwe ji bo şehîdên Parîsê hatin cem hev. Me sohbet, xutbe û weaz dan. 300 kesî li mizgefta me ya li Bremenê nimêj kirin.”

 

Ji bo şehîdan li dehan bajarên wekî Berlîn, Hagen, Wûppertal, Essen, Denhag, Parîs, Metz û Marsîlyayê li nêzî 50 mizgeftan nimêja cenaze hate kirin.

 

Mele Eşref di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Her sê hevrêyên me yên şehîd kedek mezin dane. Bi taybetî hatine hilbijartin. ‘Kujer negot ez derkevim qatê jor, hima kî derkeve pêşberî min ez gulebaran bikim.’ Ev hevrêyên me bi taybet ji aliyê dewleta Tirk ve hatine hilbijartin. Hevrêya me Evîn Goyî tevgera jinê temsîl dikir, hevrêyê me Mîr Perwer temsîla hunerê dikir û hevrêyê me Abdûrrahman Kizil jî welatparêzî temsîl dikir.”

 

‘Ji ber beşdarbûeke mezin cih nema ’

Mele Eşref da zanîn ku ew her hefte ji bo nimêja înê tên cem hev, lê dema ragihandin ku dê ji bo şehîdan nimêja cinazê bê kirin, hejmara kesên hatin du qat zêde bûye. Mele Eşref got, “Ji ber ku cih tunebû hin kesên me li derve nimêj kirin. Xwedê ji hemû gelê me razî be. Peyva Şehîd namirin, peyveke Xwedê ye. Şehîd ji aliyê fîzîkî ve dimirin, lê bi milyonan xwedî li alaya wan derdikeve. Îro li seranserê Kurdistan û Ewropayê bi milyonan kes xwedî li şehîdên xwe derketine. Ruhê yekîtî û hevgirtinê li hemû mirovên me yên ji bo nimêjê hatin, ji ber ku wezîfeyên xwe yên manewî bi cih anîn, zêde bûn. Em spasiyên xwe li hemû gelê xwe yê beşdarî nimêjê bûne, dikin.” ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.